Xelîl kaloKar û kirin ewin ku dibin bingiha resen ji bo pêşketin û avakirina civakan di hemû astên jiyanê de ,gotin û kirin ew saxletên leheng û serokane ku mêjiwa her miletekî tijîne bi biberhem û serpêhatîyên wan , ewin şana gelan û sedemên sereke di pêşveçûna wan de ,dîroka gelê kurd bi van mînaka tijîye ku her demê rahijtine canê xwe û danîne ser destê xwe ji bo armancên xwe heta dilopa xwîna xweyî dawî kar û xebatên xwe meşandine ,eger jiyana kurdan ne bivî rengê habane û bi saya xwîn û şîretê vî nifşê mirovan bane , niha em kurd wekî hin gelan hêvşihabûn û windabûbûn ,erê hê em bindestê xelkêne lê hema hê em li berxwedidin û hê ser rîya berxwedanê dimeşim.
Di nava vê berxwedanê de bi sedan hebûn ku riya mezinan digirtin bê ku navdarbin û xwedî navbin , wan di kêleka şêrande xwedidana bêş û bûne şêr , her dem li pêşbûn ku di seran serê dîroka kurd de ewbûn yên ku rahiştin ala rizgarîyê û bûne qurban di wê rê de , mêranî bi tena xwe ne bese lê gereke di her demê de ,pêre şiret û zanabûna aqilmendan jî gereke ,lewma gelek navdar dibêjin aqil û mêranî pevre dibin hêzeke xurt û ticarî nayê tewadin , me kurdan di nêjiwê de hebûm pir mêrxas û qehreman lê me bi qasî wan ne bûn aqilmend ,lewma jî em bi serneketine ,ew mane me jî bi saye serê wan ciwanmêra ye.
Heta roja îro jî yên dibêjin û na kin hene ,sikak tijîne ji wan ,ewin dibine egera paşketin û lawazî civaka kurd ku tenê bi gotin û şoran dora xwe di xapênin , perê xelkê ji armancên wayî serke di guharin , tenê armancên wan di hêlin di çarçova sûd û berjewndiya de , ew çand û hizir evbû çendên salan di nava civaka gelê kurd de jiyan dibe heta gihaye astekî ku piranîya mirovan ketine bin bandora wê rewşenbîriyê de , ku rengê civaka kurdî ber bi windabûn û xerîbiyê ve dibin, her yekê ku ji dê û bavê xwe re ne gerekbû xwe xistiye serkêş û şêwirmendê zemanê xwe ku heta roja îro jî ti berhemên şêwirmendiya wan ne hatîye xuyakirin , heme her gotin û gotine .ji ber wilo jî kurdan gotiye: yê bêjê û bikê şêre …yê nebêjê û bikê mêre …. yê bêjê û nekê kerê nêre….
17.6.2013

Şîrove (0)