XEWNEK SîYASî….Lê DEREWîN!?

Lewend Dalînî

Piştî guftûgoyeke giran di navbera wî û hinek dost û hevalên wî de, li ser rewşa welat û Kurdan; û ne li hevkirina rêxistinên siyasî û ne razîbûna gel û tevgerên sivîl, rewşenbîr û welatparêz, ji rê û tevdîrên wan di vê dema ku welat berê xwe dide rewşeke ne zelal û bi mij û dûman; civat wê êvarê belav bû û herkes çû mala xwe.

Bav Şiyar di çarçiya bajêr de pêrgî dostekî xwe dihat û bi sivkayî wî dostî, destê xwe xiste bin çengê wî û jêre got: Dostê hêja were qehwekê li cem min vexwe û mizgînîyeke mezin heye ezê te pê agahdarbikim û dilê te pê xweş bikim?! Xwedêkî ka niha bêje? Na na di ber vexwarina qehwêre xweştire?.
Guhdarî bike brawoo….
Şevê çûyî;  ev bûyerên han ên dîrokî bi hevre çêbûn:
1.     Rêxistinê bi navê “Partî” bi hemû beşên xwe ve : Partiya Dîmûqratî (Dr, Hekîm) û a Nesredin, û a Aloçî…û ên din bi temamî bûn yek û her çar pênc beş biryara yekîtîya xwe dan û bûn bi navekî: Al-PARTÎ.
2.     Herdû partîyên YEKÎTÎ ew jî li hev hatin û bûne yek û partîyên piçûk jî xwe dan dora wan û bi wan re yekîtî kirin û navê wan bû: YEKÎTÎ.
3.     Partîya pêşverû, Hemîd, Tahir, Eziz û Faisal, û hin partîyên din; wan jî xwe kirin yek û navê xwe kirin: PRTÎYA PÊŞVERÛ.
Bise ji kerema tere ez bawer nakim û kirî ji eşqa re şekirê min bilind bibê û ez têkve herim!? Ev tev raste? Bavê Şiyar ji dostê xwe pirsî û mat mayî li bendî bersiva wî ma? Lê vegerand û got: Bi sûnda bê fitû ez rast dibêjim û xilafî di gotinên min de tune ye!?.
Û a ji wan hîna xweştir kû sê nûner; her yek ji partîyekê hatin hilbijatrin, û du kes yek ji welatparêzan û yek, ji rewşenbîran ew jî hatin hilbijartin; û di eynî demê de nûnerik ji PYD ê hate hilbijartin û weke pênc bira civînek mezin li dar xistin û weke KOMÎTA XWEDÎ BIRYAR A KURDÊN SÛRÎ hatin bi nav kirin û bi dil û can xwe berdan meydana kar û xebatê ji bona mafê Kurdên Başûrê Kurdistanê!?.
Bavê Şiyar ji eşqa re kirîza dil hatî yê û gazîkir dostê xwe: Ji kerema tere DOKTOR…DOKTOR..DOKTOR????.
Li ser dengê wî, diya Şiyar ji xew şiyar bû? Ku bavê Şiya gazî
dikê ka Doktor? Ji belengazê werê ku kirîza dil hatîye Bavê Şiyar ? hema ji cî qevizî ber bi telefûnê ku Doktorekî dil jê re bi xwazê? Lê bi lez Bavê Şiyar ji malîya xwe re got me tirse ez rehetim lê min xweneke sîyasî derewîn dît.

  Qamişlo 07/06/2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...