Pênûsa Nû hejmara 12an derket

Hejmarek din tev li hejmarên din ên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 12an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.

Di hejmara 12an de lêkolînên di derbarê cejna Rojnamegeriya Kurdî de hene, her wiha çîrok, gotar, dîrok, helbest û gelek celebên din ên gelek nivîskar û helbestvanan hene, mîna lêkolînan û bîr û boçûnan.
Gelek nivîskarên mîna; Mizgîn Hesko, Hoşeng Broka, Lewend Dalînî, B. Cigerxwîn, Bêwar Barî Teyfûrî, E.Baqî Huseynî, Arşevê Oskan, Eskerê Boyik, Celal Mihemed Emîn, Ehmed Mistefa, Kemal Tolan, Qado Şêrîn û gelek nivîskarên din di rojnamê de nivîsandine.
Ji folklorê kurdî  me du çîrok ji we re amade kirine, ‘ÇÎROKA KER Û HEVALÊN WÎ’’ û ‘’ KÎ ZANÊ-ji danhev û amadekirina Luqman Silêman ‘’.
Di jimara 12an de helbestên: B. Cigerxwîn, Bêwar Barî teyfûrî, Alan Pîr, F. Yakoub, Ehmed Mistefa û Celal Mihemed Emîn hene.
Her wiha gotarên nirx bilind di jimarê de  hatine weşandin, wek gotarên: nemir Arşevê Oskan, Bêkes Têlo, Ebdilbaqî Huseynî û Hoşeng Broka.
Me bi helkeftina 115 saliya rojnamegeriya kurdî, gelek gotar û lêkolînên nirx bilind weşandine.
Gav bi gav em ber bi we xwendevanên hêja ve tên, bi hêvya ku hûn jî gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê şêrîn ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Zimanê me, hebûna me ye.

www.penusanu.com  
12.05.2013
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…