Hejmarek din tev li hejmarên din ên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 12an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.
Ji folklorê kurdî me du çîrok ji we re amade kirine, ‘ÇÎROKA KER Û HEVALÊN WÎ’’ û ‘’ KÎ ZANÊ-ji danhev û amadekirina Luqman Silêman ‘’.
Di jimara 12an de helbestên: B. Cigerxwîn, Bêwar Barî teyfûrî, Alan Pîr, F. Yakoub, Ehmed Mistefa û Celal Mihemed Emîn hene.
Her wiha gotarên nirx bilind di jimarê de hatine weşandin, wek gotarên: nemir Arşevê Oskan, Bêkes Têlo, Ebdilbaqî Huseynî û Hoşeng Broka.
Me bi helkeftina 115 saliya rojnamegeriya kurdî, gelek gotar û lêkolînên nirx bilind weşandine.
Gav bi gav em ber bi we xwendevanên hêja ve tên, bi hêvya ku hûn jî gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê şêrîn ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
www.penusanu.com
12.05.2013
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’

Şîrove (0)