Seydayê Tîrêj tîrêjê helbest a kurdî

Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Bê guman her kesek ji me mirovan bi nav tê naskirin da ciyaweziya hebûna wî bête naskirin, lê ne her kes ji me ji navê  xwe raziye, lewra ew bi navê kû wî divê xwe dide nasîn.

Seydayê Tîrêj bi navê “Nayîfê Hiso” hate nîşandan, û di nasnameyê de hate naskirin, lê wî baş dizanî kû ew nav ne li gor daxwaza wî ye, ne li himer hirz û vêna wî ye, ne ew navê kû çirûskên sitêra can û bîroka wî wê geştir bikin, lewra wî ew nav li paş xwe hişt, û bi vêna xwe navek dî hilbijart, navek layiqî hebûna wî, layiqî germbûniya hest û coşeyên wî, layiqî kûrbûniya evîniya wî ji welatê wî re, ji gel civaka wî re, ji mrovanetiya wî .
Helbet wî dizanî kû ewê bibe tîrêj a helbest a kurdî di pêşerojê de, û wê helbestên wî bibin awaz û sitran û wê hunermendên kurd bi wan re bifirin û asoyên bilind bi axoşin.
Seydayê Tîrêj ne tenê helbestvan e, belê biskên tîrêja wî weko zimanzan û nvîser û xebatkar jî wî didin nasîn, ji ber vê yekê  navê  wî biye çrûsk û eniya nivîskar û helbestvanên kurd ronî dike, û berhemên wî bîne mîna bawernameyan û bîroka çand û wêje ya kurdî dixemilînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...