Konê Reş û Dîroka Rojnamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê

  Cemşîd Bagokî

Di serê vê neha nîsanê de, pirtûkek nû a nivîskarê naskirî (Konê Reş) bi navê (Dîroka Rojnamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê), bi zimanê kurdî û tîpên latînî ketiye ber destê xwendevanên zimanê Kurdî de û pirtûk ji 200 rûpelan pêk tê..

Ev pirtûk ji rex wezareta rewşenbîrî û lawan, rêveberiya ragihandinê li parêzgeha duhokê hatiye çap kirin. Û bi pêşgotinek bedew a nivîskar (Wesfî Hesen) rêveberê ragihandinê li parêzgeha Duhokê hatiye xemilandin.
 Bi helkeftina ku di vê mehê de 115 sal di ser derçûna rojnameya (Kurdistan) re derbas dibe, ewa ku di 22ê nîsana 1898an de li Qahîre hatiye çap kirin, em vê rojê li tev rojnamevanên Kurdistanê pîroz dikin û pêşgotina Wesfî Hesen rêveberê ragihandinê li parêzgeha Duhokê bo we radixînim û her wiha vî beşî ji pêşgotina mamoste Konê Reş ji xwendevanên zimanê Kurdî re radixînim ber çavan, wek ku em tev dizanin Konê Reş her nivîsek xwe bi gotinek mîr Celadet Bedirxan destpê dike.
Qamişlo, 15.04.2013

(Li bihara 2012 birayê hêja Konê Reş bi karekî hatibû bajarê Duhokê. Û li otêla Jiyan me hevdû dît.. Lê wê dîdara di navbera me de.. min ji kekê (Konê Reş9 xwest pirtûkeka berfireh li dor rojnamegeriya Kurdî li nav kurdên me li Sûriyê û libnan berhev bike.
Wî jî ev pêşinyara me bi sîngekê fireh qebûl kir û êdî kete karê amadekirin û nivîsandinê de. Li hemî heftiya min û wî telefona hevdû dikir jibo (Dûvçûna) berhevkirina vê pirtûkê.. bi her hal piştî pirtûka han bi dûmahî hat. Li şiwata sala 2013 kekê Konê Reş telefona min kir û got mizgînî li te pirtûk bi dumahî hatiye û min ji te re şandiye Duhokê.. Dema min pirtûk dîtî keyfa min gelek pê hat, cunku pirtûkxana kurdî gelek pêdivî bi pirtûkeka weha heye da ku xwendevanê kurd agahî hebin, ka çi belavok û kovar û rojnameli nav Kurdên Sûriyê û Libnanê derketine.
Em bi germî destxweşiyê li kekê Konê Reş dikin.. Hêvîxwazin ji Xwedayê mezin her dem di saxlemiyeka baş de be ji bo xizmeta peyva rewşenbîriya Kurdî).

Wesfî Hesen: Revebirê Ragihandinê li Parêzgeha Duhokê
19.02.2013
  

Yekîtiya miletê Kurd bi yekîtiya zimanê Kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî, bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin“.
Mîr Celadet BEDIRXAN Hawar, hejmara 10 / 1932an.
Sebaretî rojnamegeriya Kurdî li nav Kurdên Rojava; wek ku em tev dizanin ziman şertê herî serekeye ji rojnamegeriyê re.. Û em Kurdên Rojava jî bi xêra Bedirxaniyan, xwedî dîrokek rojnamegerî ne.
Berdewamiya me li kovara Hawarê vedigere û tevî ku zimanê me qedexe ye, me bi zimanê xwe û bi awayekî dizî û veşartî gelek kovar û rojname bi alfabeya Kurdî latînî derxistine û hêjî hin ji wan têne weşandin.. Û her wiha gelek kovarên bi zimanê erebî jî, ji rex partiyên me ve têne weşandin.. Lê sed mixabin, ji ber rewşa cudabûna Partiyên me yên siyasî û cihêbûna wan ji hev, hin kovar û rojname bi eynî nav du car û sê car derketine.. Wek mînak dema ku partiyek siyasî ji maka xwe cûda dibe, herdu alî bi eynî navî kovarê derdixînin, wek Gelawêj, Stêr, Roj, Deng, Dengê Kurd.. Vêca di wiha xepartin de mirov toşî gelek dijwariyan dibe ta ku karibe her kovarekê li partiya wê bi nav bike.. Ji ber ku Partiyên me di ser 18 caran re ji hev veqetiyan e..
Di baweriya min de rojnamegeriya me Kurdên Rojava di çar qûnaxan re derbasbûye; bêguman qûnaxa Bedirxaniyan a herî giring û yekemîn e.. Qûnaxa duwemîn ewa ku ji salên 1960î ve destpêkiriye. Di pey van her du qûnaxan re qûnaxa salên 1980î tête meydanê.. Lê qûnaxa giring a rojnamegeriyê di nav me de, ewa ku ji sala 1990î û virde destpêkiriye û wiha ta roja îro.. anku sala 2012an..
Eger kêmanî jî di vê geşt û xepartina min de hebin, min bibexşîn in.. Wek ku hûn tev dizanin tiştekî tekûz nîne.. Kurdan jî gotiye; Goşt bê hestî nîne.

Konê Reş

12.12.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…