Cemşîd BagokîQamişlo, 15.04.2013
Wî jî ev pêşinyara me bi sîngekê fireh qebûl kir û êdî kete karê amadekirin û nivîsandinê de. Li hemî heftiya min û wî telefona hevdû dikir jibo (Dûvçûna) berhevkirina vê pirtûkê.. bi her hal piştî pirtûka han bi dûmahî hat. Li şiwata sala 2013 kekê Konê Reş telefona min kir û got mizgînî li te pirtûk bi dumahî hatiye û min ji te re şandiye Duhokê.. Dema min pirtûk dîtî keyfa min gelek pê hat, cunku pirtûkxana kurdî gelek pêdivî bi pirtûkeka weha heye da ku xwendevanê kurd agahî hebin, ka çi belavok û kovar û rojnameli nav Kurdên Sûriyê û Libnanê derketine.
Em bi germî destxweşiyê li kekê Konê Reş dikin.. Hêvîxwazin ji Xwedayê mezin her dem di saxlemiyeka baş de be ji bo xizmeta peyva rewşenbîriya Kurdî).
19.02.2013
Mîr Celadet BEDIRXAN Hawar, hejmara 10 / 1932an.
Sebaretî rojnamegeriya Kurdî li nav Kurdên Rojava; wek ku em tev dizanin ziman şertê herî serekeye ji rojnamegeriyê re.. Û em Kurdên Rojava jî bi xêra Bedirxaniyan, xwedî dîrokek rojnamegerî ne.
Berdewamiya me li kovara Hawarê vedigere û tevî ku zimanê me qedexe ye, me bi zimanê xwe û bi awayekî dizî û veşartî gelek kovar û rojname bi alfabeya Kurdî latînî derxistine û hêjî hin ji wan têne weşandin.. Û her wiha gelek kovarên bi zimanê erebî jî, ji rex partiyên me ve têne weşandin.. Lê sed mixabin, ji ber rewşa cudabûna Partiyên me yên siyasî û cihêbûna wan ji hev, hin kovar û rojname bi eynî nav du car û sê car derketine.. Wek mînak dema ku partiyek siyasî ji maka xwe cûda dibe, herdu alî bi eynî navî kovarê derdixînin, wek Gelawêj, Stêr, Roj, Deng, Dengê Kurd.. Vêca di wiha xepartin de mirov toşî gelek dijwariyan dibe ta ku karibe her kovarekê li partiya wê bi nav bike.. Ji ber ku Partiyên me di ser 18 caran re ji hev veqetiyan e..
Di baweriya min de rojnamegeriya me Kurdên Rojava di çar qûnaxan re derbasbûye; bêguman qûnaxa Bedirxaniyan a herî giring û yekemîn e.. Qûnaxa duwemîn ewa ku ji salên 1960î ve destpêkiriye. Di pey van her du qûnaxan re qûnaxa salên 1980î tête meydanê.. Lê qûnaxa giring a rojnamegeriyê di nav me de, ewa ku ji sala 1990î û virde destpêkiriye û wiha ta roja îro.. anku sala 2012an..
Eger kêmanî jî di vê geşt û xepartina min de hebin, min bibexşîn in.. Wek ku hûn tev dizanin tiştekî tekûz nîne.. Kurdan jî gotiye; Goşt bê hestî nîne.

Şîrove (0)