Ev çi toze

 

Zahid Mehmûd

Bahoze bahoz
li ser Ava kaniya me
        Lîstike
Berfe    barane

       baroze
Sermaye seqeme
        qefale
Mije ma dûmane
     wêrane
gume gume dîse
      qêrîne
Azmanek bê rewşe
    bê ringe
bê rûwe reşe
    bê vîne
bi êşe waye
   Bi jane
dinalîne xemgîne
    ne şîne
– – –
Birano hevalno
    ka werin
bêjin
Ma eve çi
   toze
ev çi birin û
   anîne
Kê biserxstiye
     gihandiye
kîjan neyarî
   belavkir
Ji kîja hêlêve
   hatiye
– – –
de werin bese
   bistînin
Nerîn û kara
  lev bînin
cudakin bo me
    çalakno
şîrovekin ji mere
     rêberno
Rexnekin ji mere
    hiş mendno
çirakê pêxin
    rêbazno
– – –
Tew pêncî sale
   xebatawe
kevnare belga
   rewawe
Dirêje çawa
   mana we
kanî bersiv û
   çarawe
ka girêdana
  çekêwe
ka bervedan û
   xefkêwe
Kanîn heval û
   dostê we
kiy  e dijmin û
   dizê we
kî dest davêjê
   warê we
kê berxwe da
   Kê reviya
– – –
Roja rastiyê
   hatiye
cudabûn bê
  xwedîtiye
xêr xwaza pişt
   we girtiye
Gewdê we ser
  pê hiştiye
Ta kengê eva
   rastiye

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…