Kurd û siyaset (1)

Dr.Zara Salih

Di pêvajoya têkošîna milletan de rola siyasetmedaran pir giringe bo erk û serkeftinên remiyarî û serkêšiya bizava gelerî ji bo bi destxistina mafên rewa. Nimûna kurdî ji vê tabloya han her du salên dawî û šoreša Sûriyê mirov matmayî dihêle,çikû kesek nakevê wê baweriyê de ku miletek hemû siyasetvan bin.Ev tenê li cem me kurdan peyda dibe û bi hesanî.
Tevgera kurdî ji partiya bigre ta tevgerên ciwanan, rêxistinên pîrekan, kesên rošenbîr û serbixwe û tevlû cemaweran, her yek nûnerkî siyasiye û tenê dîtna wî ya raste û jibilî wê hemû šašin û eger pirsa kurdî ne di rêya wî re çareser bibe ew tu carî qebûl nabe jiber divê bi navê wî be. Mixabin ev saykolojya kurdan e û her berdewame.
Hemû doza yekîtiyê û karê hevbeš dikin, lê kesek pê nakê.Azadî nêzîk bûye û šoreša Sûriyê ber bi serkeftinê ve diçe û hîn em lihev di zîvirin û ka em çi bikin û em çi encûmenan û komîteyan ava bikin jibo her kes serkêš be û wêneya wî li pêš be û ew herê hemû deveran û ew berdevkê gel be û ma çi û ne çi!!!!
Ji xwe berê gelek partî berê wan li derveyî sînor bû , niha ji wan re lêketiye êdî tevan barkir û šoreš ma li derve û li šûna ku her tišt bikeve bin xizmeta kurdistana rojava de, wan bêtir xwe winda kirin û xwe spartin acindê derve û bazdana ji xebata rastî dinav gel de û tevayîya Sûriyê. Û îro bêtir astengiya dixin pêšiya karên hevbeš de û rê nadin kesên xebatkar û dilêšên mafê netewî.   Li aliyê din hin din ji wan hêzan  çi kevin û çi ku nû ava bûne, bihara wan giha ye kabokê. Ew stratijiya serdestiyê û dîtina bi çavekî biçûk û berjewendiyên doza mezin dîse dane der, û vê carê gelek hincet jî hene ji bo parastina gel jiber ku bayê kur pir dijware. Berê me tevan ma  li derdora sînoran çi bareš û çi bakur be bi hêviya pêšneyar û šîreta ve û alîkariyê, ji xwe çîroka serma û birçîbûnê jibîr bikin ji ber ku kurdên Sûriyê tu carî bi hemû birayên xwe ve ne çû bûn û alîkariya wan ne kiribûn!!

Bi rastî bi vê šêweya han em ti mafan bidest naxin. Heger viyaneke netewî rast hebe pêwîste tevde kar bikin bi giyana berjewendiyên gelé kurd li rojava tenê û jibilî wê em ji dêrê û mizgeftê dimînin û bere kesek xwe qure nekê û hêlemên vala nekê jiber milet her tištî dozane û xape li nifšê ciwan nabe û roj bê ku berpirsoyarî qelenê wê hebe û gotina dawî ya millete û dadgeha wî ya rewa ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...