Dr.Zara Salih Hemû doza yekîtiyê û karê hevbeš dikin, lê kesek pê nakê.Azadî nêzîk bûye û šoreša Sûriyê ber bi serkeftinê ve diçe û hîn em lihev di zîvirin û ka em çi bikin û em çi encûmenan û komîteyan ava bikin jibo her kes serkêš be û wêneya wî li pêš be û ew herê hemû deveran û ew berdevkê gel be û ma çi û ne çi!!!!
Ji xwe berê gelek partî berê wan li derveyî sînor bû , niha ji wan re lêketiye êdî tevan barkir û šoreš ma li derve û li šûna ku her tišt bikeve bin xizmeta kurdistana rojava de, wan bêtir xwe winda kirin û xwe spartin acindê derve û bazdana ji xebata rastî dinav gel de û tevayîya Sûriyê. Û îro bêtir astengiya dixin pêšiya karên hevbeš de û rê nadin kesên xebatkar û dilêšên mafê netewî. Li aliyê din hin din ji wan hêzan çi kevin û çi ku nû ava bûne, bihara wan giha ye kabokê. Ew stratijiya serdestiyê û dîtina bi çavekî biçûk û berjewendiyên doza mezin dîse dane der, û vê carê gelek hincet jî hene ji bo parastina gel jiber ku bayê kur pir dijware. Berê me tevan ma li derdora sînoran çi bareš û çi bakur be bi hêviya pêšneyar û šîreta ve û alîkariyê, ji xwe çîroka serma û birçîbûnê jibîr bikin ji ber ku kurdên Sûriyê tu carî bi hemû birayên xwe ve ne çû bûn û alîkariya wan ne kiribûn!!

Şîrove (0)