Şerafettîn Elçî wefat kir

Parlementerê Amedê û Serokê Giştî yê KADEPê Şerafettîn Elçî jiyana xwe ji dest da. Elçî demeke drêj bû ku bi nexweşiya pençeşêrê re têdikoşa. Elçî li Enqerê li Nexeşxana Medicana çû ser dilovaniya xwe. 

Şerafettîn Elçî kî bû?
Siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî, di sala 1938 an de li Cizîrê hate dinyayî. Dibistana Serete li Cizîrê, lîse li Mêrdînê xwend. Elçî, Fakulteya Hiquqê a Zanîngeha Enqereyê qedand. Heta demekê li Amedê parêzerî kir.

 Di sala 1977 an de cara ewil li Mêrdînê wek parlementer hatibû hilbijartin. Di salên 1978 û 1979 an de Wezaretiya Avadaniyê jî kiribû. Di heyama 12ê Îlonê de hate girtin. Di heyama wezaretiya xwe de çima ku got, “li Tirkiyê Kurd hene û ez jî Kurd im” hate darizandin û 2 sal û 3 meha ceza xwar. Elçî, di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011 an de li Amedê wek parlementerê serbixwe hate hilbijartin.


AvestaKurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…