Çilrojiya helbestvan Arjen Arî li Duhokê

(duhok – welatê me – taybet) Di roja 12-12-2012 li hola yekîtiya nivîskarên kurd tayê Dihokê çilrojiya wexerkirina helbestvan û nivîskarê nemir yê bakurê kurdistanê Arjen Arî hat çêkirin di destpêka vê rojê de nivîskar Beşîr mizorî xêrhatina mêvana kir û kurteyek ji jiyana helbestvan Arjen Arî û berhemên wî ji mêvana re pêşkêşkir, piştî wî re hêja mamoste Mehemd Ebdila gotina yekîtiya nivîskarên kurd tayê Dihokê xwend û behsa rola nemir Arjen Arî kir û têkiliyên wî bi helbestvan û nivîskarên rojava û başur kir û got ku nivîskar wê herdem di hiş û bîr û dilê miletê xwe û xwendevanê xwe de bijî û bimîne sax,

  piştî wî serokê yekîtiya nivîskarê kurd Hesen Silêvanî helbestek diyarî  giyanê helbestvan Arjen Arî kir , disa helbestvan Selam Balayî jî helbestek ji bu  wexerkirina Arjen Arî xwend  , piştî wîjî çend biroskên sersaxiyê hatin xwendin her weha çend helbestên Arjen
Arî bi dengê wî yên tomarkirî mêvana guhdarî lêkir li dumahîkê de kurte simînarek li ser  berhemên Arjen Arî ji hêla hevalê wî helbestvan Brken Breh hat xwendin, û piştî wî  helbestvan kalê Qurdîsî çend bîranînên xwe û Arjen gotin.
hêjayî gotinê ye ku malbata Arjen Arî biroskeke sipasiyê ji yekîtiya nivîserên Dihokê re rêkir û hate xwendin, her weha nama sersaxiyê ji nivîskarên rojava hat xwendin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…