Kî yê vê arîşa me bighînê

  Huşyarê Emerê Lalê

Di herêma cezîrêde li rojavayê kurdistanê arîşek mirovayetî peydadibê encama nemana mewadê girêdayî bi jiyana xelkêve ya rojane ta niha hê kesekî ev reng û nîşanên he negihandine cihê biryargeha navdewletî û yan jê dewletên herêmê ji bo alîkariya van hejar û belengaza di riya rêxistinên mafnasî û mirovayetî ji bo gihandina van mewad û belavkirna wa liser  van hejar û perîşana
Herêma cizîrê bî zidanek bê dergeh dergehê sînora tev girtîne hê ji berya van kawdanet dibin li sûryê bo nimone dergehê qamişlo ev du Salin girtiye yê til koçer nahêlin tişta têre derbasî rojavayê kurdistanê bikin ev siyasetên şovînist di derheqê mede dikin bi dehê salane ji bo milletê me ji xaka wî vekê û da herêma me  bimînê hejar em îro di tengahîkî dîrokîre derbasdibin û em nizanin paşeroj çi pîlanên dî ji mere veşartine eve zivistan tê miletê me bê mazot dijî gelek mewadên bingehînî ji sûkê xelasdibin û biha bibin mazot û benzîn di sûka reşde tên firotin û bi buhakî bilind tê firotin nan û şekir û birinc û hemî mewadê girêdayî bi jiyana xelkê ve ya rojane namînin milletê me kocberî cîhanê bûye , hê xelkê me  erdê xwe neçandine ji ber nebûna mazotê û neçandina erdê arîşek dî peydadikê ewjê sala werê ev milletê hejar wê hejar û belengaztirbibê, ‏hê partiyên me bi va tişta nizanin û ne divin bizanin hemî yên xwe dikin rêveber çûne kurdistana başûr bi xebatin mezinve girêdayîne û  ez bawerim wê pîlana  yekîtîkê  bi emerîkare çêbikin ewjî li gor yekîtiya ewropî
Ez bawerim ev partiyên he ne li gor demêne û wê nekaribin vê qûnaxê  birêve bibin ev partiyên hotêl û xwaringehane ne partiyên kargêrin partiyên beyan û rêkeftinane bêyî tiştekî kargêr li ser erdê bikin mixabin miletê me ji nêza dimrê hê ew nikarin komîtên hevbeş pêkbînin tevî ev sêcare rêkeftinama hewlêrê tê morkirin bêyî ku tiştekî li ser erdê pêkbînin
Gelo çima ma eve kurdîtî ???
Miletê me derbederbûye û pîlan li ser me têne gerandin û em nizanin gelo ma ev çiye  ??????
Zarokê me  ji nexweşî û nêza dimrim ma ka kî bi vê êş û azarê dihesê ne dermane û ne nane gelo ma ev çiye  ???????
Hûn dizanin nan hin bihin li sûkê namînê yê vê arîşê çareserkê kiye ??????
Bang û hewarek ji bo serok Mesod Barzanî da vê arîşê çareserbikê ji ber ku ewe hêviya vî miletî em di wê hêviyêdene ku vî miletî ji vê arîşê rizgarbikî em dizanin ku xebatin berfirh bi hêviya tevene lê bawerbike me kes nîne ji te bêve di gel
   ‏ rêzgirtin     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…