Daxuyanî bo raya giştî

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve

Îro, 1 adara 2006ê kampanya berhevkirina 100 hezar imeze bo pejirandina fermî ya zimanê kurdî li Sûriyê ji alî Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, dest pê kir.
Zimanê me mercê sereke yê destnîşankirina taybetmendiya me û gencîneya herî ronak a giyanê neteweya kurd e. Giyan û kesayetî û hebûna kurd a çandî tenê bi saya hebûn û berdewamiya derbirîna peyva kurdî dikarîbûn xwe biparêzin.

Em bi vê kampanyayê, bi hemû derfet û karînên xwe dixwazin ku zimanê kurdî, wekû mijar û wekû neynika hebûna me û hilgirê xewn û hêviyên me, bikin mijara sereke ya civaka kurd. Civaka ku zimanê xwe wenda bike, mercên hebûna xwe diherifîne, xwe wenda û têk dibe.
Ji damezirandina dewleta Sûriyê û ta nuha, planên ji holêrakirina zimanê kurdî, roj li pey rojê gurtir û berfirehtir dibin. pasvanên Peyva kurdî di hemû qonaxan de zengilên hêviya rizgariya giyanê gelê kurd lê didan, ew ji ber vê yekê jî raserî dijwartirîn şêweyên çewisandinê dihatin.
Zimanê me tê wateya binavakirina kurdî ya gund û bajarên me, tê wateya bi kurdî şahîkirina zemawend û ahengên me, tê wateya reşgirêdan û şîniya bi kurdî.
Parastina zimanên zikmakî di van salên dawî de bi şêweyekî balkêş derbasî rojeva rêxistina UNESCO bû. Ji 21.02.2000 rêxistina navnetewî UNESCO, her sal balê dikşîne ser rewşa zimanên zikmakî û doza bêtir guhlêdan û rêvekirina bo pêşketin û geşbûna wan dike. Zimanê kurdî dikare bibe mînaka herî balkêş a çewisandina zimanên zikmakî. Kurdî zimanê zikmakî yê 40 milyon mirovan e. Qedexekirin û êrîşên tund ku li dijî vî zimanî dibin, mohreke reş û kirêt, şermezariyeke mezin li ser eniya tevahiya mirovayetiyê dihêlin.

Di heman demê de, em bi vê daxuyaniyê bala cemawer û raya giştî ya kurd dikişînin ser metirsiyên dijwar ên ku dihingivin naverok û asta derbirîna bi zimanê kurdî û bandora xwendin û perwerdeyiya bi zimanê dibistanên dagîrkeran.
Lewra, roj berî rojê, ji hêz û sazî û dezgeh û rexistinên siyasî, civakî û rewşenbîrî tê xwestin ku di çarçeweya avakirina projeyeke rewşenbîrî, şaristanî, civakî û giştî de têbikoşin û ala parastin û bergirî û pasvaniya çand û zimanê xwe bilind bikin.

Em bi vê daxuyaniyê re tevgera siyasî ya kurdî bi şêwyekî taybet vedixwînin ku bi çalakî pişikadariyê di serkeftina vê kampanyayê de bike.
Herwisa em bi hêvî ne ku rewşenbîr, komele û hemû hêzên civaka kurd bi çalakî beşdarî vê kampanya imzeyan bibin û alîkariya me bikin daku em sala 2006ê bi hêz û zindîkirina zimanê dayika xwe sertac bikin.

Wek Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, em ê dest bi gava yekemîn bikin û bi cegerdarî hewl bidin ku rewşa çand û zimanê xwe bo hemî sazî û dezgehên navneteweyî ragihînin û şirove bikin û metirsiyan ji wan re ron û destnîşan bikin.
Di vê çarçeweyê de, em belgeyên rasteqîne û lekolîneke berfireh derbarê biryar û bername û planên çewisandina çand û zimanê kurdî li rojavayê Kurdistanê amade dikin û em hewl didin ku vîn, hest, xewn û daxwaza gelê xwe jî bi xwe re radestî saziya UNESCOyê bikin.

Gelî kurdan!
Çarenûsa zimanê xwe di destên dagîrker û kujerên wî de nehêlin!
Li zimanê xwe xwedî derkevin û ji gef û êrîşên nijadperestan biparêzin!
Zimanê xwe bi jena dilê xwe, bi germahiya hestên xwe û bi vîna jiyanê biparêzin!
01. adara 2006

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…