BEHÎNAME

Vexwendin: 40rojiya Arşevê Oskan

  Helbestvan û nivîskarê nemir Arşevê Oskan, zikêş û xemxurê peyva kurdî di 25/11/2012an de çû ser dilovaniya xwedê: bi temenê xwe yê piçûk şeş berhemên giranbuha ji me û pirtûkxaneya kurdî re hiştin.
Ji bo ku em û hûn xwedî li wan berhem, pênûs û giyanê Arşev derkevin, em malbat û dostên nemir we vexwendî çilrojiya wî li Elmanya dikin, daku em û hûn bi hev re giyanê wî ji nû ve vejînin û rihet bikin.
Emê li benda hemû, helbestvan, nivîskar, hunermend, siyasetvan, partî, dezgeh û hezkiriyên Arşev bin, emê li bende gelê xwe bin daku di vê roja germ de, li dora pênûs û giyanê Arşev bicivin.
Werin daku em bi hev re xwedî li Arşev û zimanê kurdî derkevin.
Vexwendin vekirî ye.
Mail: 40rojiya.arshev@gmail.com
Roj: Şemî, 05/01/2013. Katjimêr: 15.00
Navnîşan: Shiraz Eventhalle, Riemker Straße 108, 44625 Herne, Deutschland
Telefon: 0049-1749815102,  0049-15787859745, 0049-1721632293.

Têbînî: heçê bixwaze amade bibe, xwezî berî 31/12/2012an me agahdar bike. Her wiha heçê bixwaze nameyan bişîne.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…