Kurd û qûnaxa dîrokî

Tengezar Marînî

Em kurd di rewşeke pir..pir hestiyar û metirsîdar de ne.. pêdiviye her yekî peyvên xwe bixe mêzînê berya ku bibêje (Mixabin netêgehiştina tevgera kurdî ya partîtî em gihandindin vê qunaxê). ev derfeta îro hatî dibe 100 salên din nezivire… lihevsorbûn berê kurdan dide malmîratiyê û kembaxiyê.. kesek bi tena xwe di vê qûnaxê da nikare biryara ji dêvla milet ve bistîne (çendî zor û gelek jî be).Tirs û terorkirin û birayrên zarokane jî dê ziyaneke mezin bigihînin gelê me…
 Ya rast berya herkesî PYD divêt dest ji van karê ku ne di xizmeta berya hertishtî wê de ye û ne di xizmeta gelê kurd de ye (mîna : kuştina çalakvanan û revandina wan, devgirtin, êrîşa li ser cihê partiyan–) berde û bizanibe, di dema niha da yê li hemberî mafê Sûriya bi gishtî û kurdê rojava bitaybetî, tenê rêjîma Sûrî ya devbixwîn e, nayê wê wateyê, ku mirov hesabê xwe yê herêmî jî li ber çavan negire.. lê dubare îrooo Rêjîma Başar ew e yê gunehkarê vê qirkirinê ye.. li hêla din jî nabe û neduruste jî rêaksiyona partiyên din li hember PYD bibe rêaksiyoneke dijminan e, ji ber em dê êdî bosîla kurdewariyê û kurdîniya winda bikin..
Bi hêviya ku hemî li Hesabê û karê xwe vegerin û gavên xwe bi hişyarî bidin.. sûda me kurdan tê de nîne, ku em şerê leşkerên Sûrî yên Azad bikin, lê sûda me di wê de jî nîne, ku hinek ji kurdan digel leşkerên Sûrî yên azad û neazad li dijî PYD şer bikin… di encamê de em kurd zirarê dibînin û şoreşa Sûrî ya jibo azadiyê rabû ser xwe ew jî zerarmend dibe….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…