BEHÎNAME

Şevên Tarî ..dibe ronî..??!

Amadekirin û pêşkêşkirin : Mihemed M.abdullah  Mela reşîd                

Şevên Tarî dibe ronî ..rojên nexweş diçin û êt xweş wê bên ..Nezanîn û kevneperistî wê here û wê Zanîn û pêşketin bête dema nuh ..Rastî bête xwîyakirin û derew û kêmsozî here weke zebeda ava deryayê tiştên gemar û nebaş derdikeve ji deryayê ..lê ma gelo em pirs bikin wê nefsa mejî buguhire yan na ..??! eger hundirê dil neyê guhertin pir zehmete ..jiber vêjî bavê min mamosta Abdullah mele reşîdê xerzî dibêje di pirtûka xwede a (memo zînê çine herdû):
Şevên tarî bikin ronî
Ku dolaba dinê ronî
                        Di cergan hilkirin agir
                        Zeman zanîn divê dagir
Mîjoya xwe bidin zanîn
Û mafên xwe bidin nasîn
                        Û xorta xurt bikin hişyar
                        Bi zanînê bi zor derkar
Bi destûra we ez bêjim
Di bersivda ne ez gêjim

Mamosta didê xwîyakirin go Şevên tarî naçin eger zanîn tunnebe û xort û ciwan ne hişyar bin û xebat neyê kirin di karê niştîmanîyê de û perwerdekirina zimanê dayikî (kurdî) neyê kirin …û pêwiste em dîroka gelê xwe nasbikin û qedrê pênûsa xwe nsabikin  hem jî zanyarê xwe nasbikin û kar û xebata wan winda nekin ..weke ehmedê xanî û melayê cizîrî û melayê batî û herîrî û seydayê cegerxwîn û melaehmedê palo …û serkêş û rêberê xwejî nas bikin weke seyd riza û qadî mihemed û şêx seîd û mela mustefa barzanî  û  Ebdullah ocelan…hem jî wisaye ko yekîtî peyda bibe ..tovê neyartîyê ji nav me rabe heskirin û mafê me bête xwîya kirin ne xasim mafê jinan û zarokan ..wê demê em dikarin bêjin wê Şevên tarî bibe ronî . 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…