Hevdîtina şêwrê.. Kînga dê Kurd rêza rewşenbîriyê bigirin?

  Heyder Omer
Heyder52@hotmail.de

Vaye şoreşa gelên Sûriyê, bûye nêzîk du salan, hemî deverên Sûriyê girtiye, û bi hêza, ku baweriya serkeftinê çeka wê ya sereke ye, li hember rêjîma totalîter   tevdigere, gelek qurban li ser riya azadiyê û rûmetê dane û hîn jî dide.

Gelê me yê Kurd jî di navenda şoreşê de ye, û çavên biraderên her sê beşên Kurdistanê li wan e, hem ji ber ku serkeftina rojavayê Kurdistanê dê bandora erênî li ser her sê beşên din jî hebe, û hem jî ewana xwe deydarên biraderên rojava dibînin, û vaye roja vegerandina hinekî ji wan deynan hatiye.
Di çarçewa ve nerînê de, kongira niştimanî kurdistanî (KNK) komcivînek bi navê (Hevdîtina şêwrê) roja 13. 10. 2012 li parîsê organîze kir.
Vexwendiyên hevdîtinê gelek bûn, û tevî pirbûna beşdaran jî, hevdîtin ji warê hunerî; ango organîzekirinê de serkeftî bû. Komîta amadekar bi mêvandariya berbiçav vexwendiyên xwe pêşewaz kirin, û heya jê hat tevgeriya da giraniya westana riyên dirêj li ser mêvanan sivik bike.
Lê ji warê naverokê de gelek pirs dilivin. 29 partî ji her çar beşên Kurdistan tev li hevdîtinê bûn, wan tevan û hin siyasetmedarên firansî û 17 kesên din bi navê 17 saûmanên sîvîl gotinên xwe pêşkêş kirin û ji beşdaran re xwendin, lê di nav van sazûmanan de yekeke rewşenbîrî, wêjeyî an jî rojnamevanî tune bû. Evê yekê jî, bi baweriya min, pirseke berz kişande ser komcivînê û komîta amadekar.
Rojeva komcivînê pêşbirka partiyan bû, lê naveroka gotara hemiyan yek bû, li derdora hizrekê digeriyan: Divê ev derfet ji dest rojavayê Kurdistanê bê sûd nere, û divê em ji bo wan piştgir bin.
Da ku komcivîn vê piştgiriya xwe têxe piratîkê, ewê komîtek ji 15 kesan peyda dibe veqetand, û endamên komîtê bê hilbijartin nîşankirin, û gava hin kesan ji bo vê komîtê xwe dan pêş, dîwana komcivînê ewana bi şûnde dan, ji ber ku hejmara endamên komîtê tewaw bû. Lê ka bingeh û pîvanên, ku ew endaman li ser hatine veqetandin çî ne, ne xuya ye, gelo ezmûneya wan di warên piştgiriya şoreşeke weka ya gelên Sûriyê, gelê Kurd jî di nav de, çî ye, kesek nizane, û ez bawerim komîta amadekar jî nizane.
Lê tiştê herî seyr ew e, ku komcivînê navê şêwrê hilgirtibû, û ev nav bi awayê girs hatibû nivisandin, û bi eniya salona (Vîktor Hogo), di avahiya perlemanê firensî de hatibû daleqandin. Awayê, ku lebatên wê rojê pê derbas bûn, û sernavê wê, bi baweriya min, li hevdu nekirin, belê ji hevdu dûr ketin. Peyva (şêwrê) bi wateya xwe ya zimanewanî axaftina yek-alî napejirîne, belê divê di nav nbeşdaran de gotûbêj hebe, gengeşe û bihevguhertina nerîn û boçûnan hebe. Ji dêvla vê yekê, hevdîtin bi xwedina gotaran bi sê zimanan; kurdî, erebî û firansî derbas bû, her yekî gotara xwe xwend û kesên din jî guhdar bûn. Bi ser de jî ewan gotaran û xwediyên xwe herdu zimanên kurdî (kurmancî) û erebî gelek êşandin, ta eradeya, ku hevokek jî ne rast bû. Ji bo zimanê firansî, ez nizanim ka hatibû êşandin yan na, ji ber ku tênagihînim, lê wergera yekser, ku min guh lê dikir dida xuyakirin, ku wergêr ne jêhatî bû.   
Mixabin ti şêwr di komcvînê de nebû, heya ew xala herî giring jî, ya ku divê bê şêwr û gengeşe derbas nebûya, bi lez hate xwendin û komcivîn bi dawî hat.
Mebesta min ji xala herî giring daxuyaniya komcivînê ye. Berî pêşî hat xuyakirin ku ew dayuyanî pêş de hatibû amadekirin. Heye (belkî) hin kes bibêjin, ku daxuyaniya komcivînên wisa pêş de tên amadekirin, heye ev gotin rast be, lê  gava bê gengeşe were derbskirin, dê bibe kêmasî, û kêmasiya beloq jî, û dê gelek pirsan bikşîne ser wateya vexwendina ewqas kes û navandina komcivînê bi navê (hevdîtina şêwrê).
Piştî xwendina daxuyaniyê, hin kesan, wek rêzdar Ehmed Sulêman; berdevkê desteya kurdî ya bilind, guhertina hin bendan pêşniyar kir, û komîta amadekar jî, bi behaneya nebûna demê, soz da, ku dê, berî weşandinê, wan bendan li gor pêşniyaran biguhêre, lê mixabin, piştî rojekê ew daxuyanî, bê guhertin di riya Emailê re li beşdarên komcivînê hate belavkirin..
Eger komcivîn bi xwe ji bo piştgiriya gelê kurd yê rojavayê Kurdistanê û desteya kurdî ya bilind bû, û pêşniyara berdevkê wê desteyê paşguh dibe, gelo ev tê çi wateyê?!
Ji hêla din de, tevî ku heya îro sazûmanên me yên rewşenbîrî û civakî nû hatine damezirandin û lawaz in jî, lê ev yeka ji bo bi dûrxistina wan ji komcivînê nabe sedema hişmend. Li rojavayê Kurdistanê saziyên jinan hene, yên ciwanan hene, yên xwendekaran hene, hevgirtina nivîsevanan û ya rojnamevanan hene,li dervayê welêt jî hevbenda nivîsevan û rojnamevanên kurdên rojavayê Kurdistanê heye, encûmena êzdiyên rojavayê Kurdistanê li Elmanya heye, bi ser de jî gelek komelên rewşenbîrî û civakî yên kurdên rojavayê Kurdistanê li her welatekî Ewropa hene; evana hem nûnerên çanda kurdî ne, û herm jî yekser li gel pirsa rojavayê kurdistanê û şoreşa gelên Sûriyê têkildar in. Gelo çima ji komcivînê hatin bi dûrxistin?! Gelo çima rê li pêş du lêkolînerên, vexwendî bûn, hate girtin, û keysa axaftinê, bi behaneya nebûna demê, nedane wan?!
Osman Sebrî di gotareke xwe de dibêje: miletên xelkê miriyên xwe vedijînin, lê em Kurd zindiyên xwe dimirînin. Gelo kesekî bihîstiye,ku di dinyayê de miletek bê rewşenbîrî û rewşenbîran ber bi pêş de çû ye?! Rojavayê Kurdistanê bi rewşenbîr û nivîsevan û lêkolînerên xwe serbilind e, gelekan qelenên biha di riya xebata ji bo doza gel de dane, û bi destê rêjîma şovenîst hatine zîndankirin û îşkencekirin. Çima ji komcivînê hatin bi dûrxistin, û yên beşdar bûne jî, ji keysa axaftinê hatin bê parkirin?!
Rêvebir û serekên xelkê bejnên xwe li hember rewşenbîr û zana û helbestvan û nivîsevanên xwe ditewînin; pêşewayê Misirê, Seed Zexlol, yê ku dagîrkerên îngilîz ji hiş xistibûn, pêrgî helbestvanê navdar Ehmed Şewqî dibe, radihêje destên wî û radimûse, û dibêje: Em diçin, hûn dimînin, êdî ez benî, ka fersendê bide çûyînê da destên herheyînê ramûse.
Îskender Mekdonî; di dema xwe mezinê dinyayê bû, dibêje: Bavê min jiyan da min, lê Erîstotalîs ez hînkirim çawa bijîm” her weha gava wezîrek di guhê Îskender de dibêje: Mezinê min te Erîtotalîs li rastê xwe daye rûniştin û serokwezîr li çepê xwe!, (hêla rastê şûna kesên qedirbilind bû). Îskender bi dengê bilind dibêje: Min serokwezî çêkirî, dikarim wî deynim û di kêlîkekê te yan kesekî din bikim serokwezîr, lê ka kî dikare Erîstotalîs çêke, an behreya (mewhîbe) wî jê bistîne?. Her weha gava helbestvanê Rûsya yê mezin Poşkîn bi xinizî hate kuştin, romanivîsê navdar Dostoviskî wek bodeleyan bi kolanan ket û qîrî kir: Rûsya kuştin.

Gelo çima mezinên xelkê ewqas xwe li hember zana û rewşenbîrên xwe biçûk dibînin?! Ewan dizanin, ku polîtîk bê çand û zanînê nikare ne welatan rizgar bike, û ne jî civakan bi pêş de bide, ewana dizanin, ku eger polîtîk, ji bo rizgarkirin û bi hêzkirina welatan ustûnê dest jê nabê ye, di heman demê dizanin, ku bê çand û zanînê ew ustûn naye venandin, û eger em li gor Fîlozofê Elman yê navdar Dîkart biçin, ku  hişê piratîkî heye û yê têorî heye, emê bibêjin, ku çand hişê têorî ye û polîtîk yê piratîkî ye, û miletê ku hêla tevgera polîtîkî dagerîne û ya tevgera rewşevbîrî paşguh bike, dê bi lingekî an jî bi nîv hişî bimîne. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…