Xanima Evdo çû ber dilovaniya Xwedê

 

Îro (16.10.2012), li bajarê Qamişlo Xanima Evdo, pîrejina Kurd a ku serwextî folklorê kurdî yê orjînal bû û wek dîdevanekê bû ji heyamekî re, koça dawî kir.
 Ew di sala 1932 an de li gundê Nicim, nêzîkî Qamişlo hatibû dinyayê, jiyana xwe li gundê Nicim, Doda, gundê Gedo û Qamişlo derbas kiribû..
Hêjaye gotinê ku ew kebaniya nivîskarê kurd Newafê Gedo ye û meta nivîskar Konê Reş e û her wiha jinapa siyasetmedarê Kurd Salihê Gedo ye, sikertêrê Partiya Çep a Dimokratî Kurdî li Sûriyê.
Îro piştî nîvro, termê wê ji Qamişlo (Camiya Qasimo), guhestin, gundê Doda û li ser girê Doda veşartin..
Konê sersaxiyê li mala kurê wê Mihemedê Gedo ye, taxa Xerbî, başûrî camiya Qasimo.
Ji bo pêwendiyan mirov dikare bi kurê wê Mihemedê Gedo re li ser vê nemra telefonê baxife:
0933636854
Serê we sax be û serê gelê Kurd sax be.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şex Hesen – Kobanî

Di şopandina dîroka dewletên Rojhilatê Deryaya Spî (Rojhilata Navîn) de, eşkere dibe ku dabeşkirina wan dewletan ne li ser bingeha faktorên xwezayî an civakî pêk hat, lê li ser bingeha berjewendiyên hêzên derve hate saz kirin. Ev rêbaz, ku di nav polîtîkayên kolonyal û stratejiyên navneteweyî de…

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…