Werin em Osman Sebrî bibîr bînin

Erê, werin em Apo Osman Sebrî bi bîr bînin û van gotinên wî bixwînin. Ev gotinên ku berî 30 salî ji Fedrasyona komelên Kurdistanê re nivîsandiye û ji wan re şandiye Swêd.
 Wek ku em tev dizanin ku Apo Osman Sebrî di sala 1905 an de çêbûye û di roja 11/10/ 1993 çûye ber dilovaniya Xwedê, ango 19 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe û 107 sal di ser roja bûna wî re.

Konê Reş

Qamişlo, 10.10.2012
Ma gelo, îro di nav me Kurdmancan da Zimanzan Hene?
Osman Sebrî

Em Kurdmanc hemi di warê ziman da nezan û bi şûnane. Îro em nikarin li ser kesekî kurdmanc bêjin ku zimanzane. Ji ber ku zaravayê Krdmancî nehatiye civandin û di dibistanan da nedane xwendin û ji hev pijû belav bûye. Di ware wendabûna ziman da gotinek Celadet Bedirxan hebû digot: (Zimanê Kurdî her wekî texerekî kayê di nîveka deryayê da valakî, pêlên avê her libeke kayê bi alîkî da dibin. Karê me nivîsevanên Kurd ew e ku, em wan libên kayê bicivînin û vegerînin texer).

Çi misalek baş ûdi cihê xwe da ye. Zimanê Kurdî li ser dirêjiya babelîskan di navber 1200 eşîr da belav bûye. Ji ber ku pê xwendin û nivîsandin nebûye, çar zaravên xweser jê çar bûne, ku xelkê zaravayekî di zaravayê din da nagehên.

Li ser rêya beg û axan, şêx û melan ku pêşiya gel bûn, bêjeyên erebî, farisî û tirkî di ziman da cih girtin û bêjeyên kurdî ji ziman hatin bi dûrxistin. Her eşîrekê hin bêjedi nav da mane ku kêm caran tên peyvîn. Ev bêje, carna li ser zarê kalan û pîrejinên gundî di nav peyvê da diborin. Kesin jîr û serwext hebin û têkiliya wan bi gundiyan ra hebedikarin wan bêjeyan binivîsin.

Heke hinek ji me berî demekê bi ziman mijûl bûne, çêtirî ên mayî tiştin zanîne, ew zanîn jî gelekî teng û hindike, nabe dermanê tiştekî hêja û durust. Dive ev celeb kes bi cave zimanzanan li xwe nenihêrin û sînorê zanîna xwe biasin, an na xwe berradayî navno û bemires dikin.

Yek ji van kesan ez im, ku heya îro ji şagirtên ku dersê didim wan hînî bêjeyên Kurdmancî ên nebihîstî dibim. Bawerim ku pirrtirî 2000 bêje di zaravayê me Kurdmancî da hê ez nizanim, ku 2000 bêje dikare bibe zimanekî xweser. Ev e zanîna me ya îro di zaravayê Kurdmancî da, çi zanînek tewş..

Bextiyariyek mezine ku îro em dibînin birrek xortên kurd ên gelparêz fedrasyonek komelên Kurdistanê li Swêd anîne pê û dixwazin jib o pêşveçûna ziman bixebitin. Ev yeka han, bi qasî ku sere her kurdekî bîrewer bilind dike, dilê kalekî wek min jî xweş dike. Tiştê ku îro ji van camêrên han tête xwesinev e ku: Bi doz û ramanên siyasî ji hev bi dûr nekevin û dev ji xebata ziman bernedin. Divê ew qenq bizanin ku ji xebata ziman çakir, mezintir û bilindtir nikarin ji bo gelê xwe û serbilindiya wî xebatê bikin.

Dawî, çi gava ku neyarên me dîtine ku hin kurd ji bo xebateke welatî  kar bûne, wê kurdekî an hin kurdên bêbav têxin rex wan xebatkaran, çi gava bixwazin, wê xebatê bi destê wan nokeran di heva diêxin. Em hêvîkarin ku xortên fedrasyonê ji vê yeka han qenc hişyar bin.

Osman Sebrî

5 – 8 – 1982
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…