(girkê legê – welatê me) çarşem 19/9/2012 bi amadebûna nûnerên rêxistinên siyasî , çandî , û kesayetên rewşenbîr û serbixwe , komîta fêrbûna zimanê kurdî li sûriyê ahengek bi helkefta derçûna 120 şagirtên zimanê kurdî li darxist , piştî rawestana xuleke bê deng liser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê bi taybet yên şoreşa sûriyê rêveberê komîtê mamoste derwêş gotinek pêşkêş kir û têde li ser rewşa zimanê kurdî û giringiya fêrbûnê bi zimanê dayikê axivî her wiha diyar kir ku ta niha 5500 şagirt ji aliyê komîtê ve hatine derçonkirin ,
paşê nûnerê komîta fêrbûna zimanê kurdî li girkê legê gotinek pêşkêş kir , her wiha mêvanên amade jî gotinên xwe pêşkêş kirin mîna – nûnerê kar û barên zimanê kurdî di encûmenê niştîmanî î kurd de li girkê legê
– m. Evîn şikakî nivîskar û helbestvan
– nûnerê saziya şehîd nisresîn birhîk ya zimanê kurdî li girkê legê
– nûnera hevgirtina jina kurd li girkê legê
Û li dawî bawername bi destê mamosteyan li şagirtan hatin belav kirin