Nûçe

Derçûna 120 şagirtên zimanê kurdî li girkê Legê

(girkê legê – welatê me) çarşem 19/9/2012  bi amadebûna nûnerên rêxistinên siyasî , çandî , û kesayetên rewşenbîr û serbixwe , komîta fêrbûna zimanê kurdî li sûriyê ahengek bi helkefta derçûna 120 şagirtên zimanê kurdî li darxist , piştî rawestana xuleke bê deng liser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê bi taybet yên şoreşa sûriyê rêveberê komîtê mamoste derwêş gotinek pêşkêş kir û têde li ser rewşa zimanê kurdî û giringiya fêrbûnê bi zimanê dayikê axivî her wiha diyar kir ku ta niha  5500 şagirt ji aliyê komîtê ve hatine derçonkirin , 
paşê nûnerê komîta fêrbûna zimanê kurdî li girkê legê gotinek pêşkêş kir , her wiha mêvanên amade  jî gotinên xwe pêşkêş kirin mîna – nûnerê kar û barên zimanê kurdî di encûmenê niştîmanî î kurd de li girkê legê
– m. Evîn şikakî nivîskar û helbestvan
– nûnerê saziya şehîd nisresîn birhîk ya zimanê kurdî li girkê legê
– nûnera hevgirtina jina kurd li girkê legê
Û li dawî bawername bi destê mamosteyan li şagirtan hatin belav  kirin 
 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…