Derya kûr bû, ne?

Ciwan Nebî

Ji malbata Mihemd Sedîq Bilê re, dema em bi hev re,
binav bûn, berî çend salan, ji zarokên îro re, yên ji mirina axê reviyayî mirina avê_ derya kûr bû, ne?
Derya tarî bû? Pîs bû?
Îşev jî bi tena xwe vedigerim malê, kolan dirêj e, bahoz kol
anê dimale û helbesteke min li ser zimanê min e, helbest wilo dibêje: Ewte ewta kûçikên bi şev li kolanan beredayî te natirsîne. Ewte ewta kûçikan ji te re dibêje ku mirov razayî ne…
Helbesteke din jî li bala min dixe, doza nivîsandinê dike, lê derya kûr e, ez jî binav destê sê zarokên nû pişkivî digrim û bêhna min diçike. Derya min li ber xwe dibe, min tavêje çepî kolanê, kolan kûr e weke deryayê, weke helbestê. Destekî xwe dirêj dikim dîwar, çixareya di destê din de vêketî dike tiliyên min bişewitîne û serê min ji min dikeve, tu li bîra min î nuha, zarokên te li ber çavên min bi min re binav dibin û qîrên xanima te devê helbestê digrin bo zarok tiştekî nizanî bin, nas nekin çi dibe. Derya kûr e ne? Derya har e?

Hewl bide cara dawî destê xanima xwe bigrî, cara dawî riwê zarokên xwe ramûse, bi guharê wan bilîze û kenê dawî bi wan de qena helbest bi qasî êşê derbikeve, qena êş bedew be weke tolhildanekê ji dîmena dawî re, ji pêlan re dema ez û te cara dawî li hev binihêrin û binav bibin di helbestê de, tu dibînî?

Ev ne lêvên deryayê ne weke ku ji me were?

Ev ne xewn e?

Kolan weke deryayê sar dibe, weke deryayê min li hev digerîne, weke helbestê û ne deriyê malê, ne jî beravek ji asoyan dibe, bitenê em in, gotinên dawî yên ne bi dilê deryayê dibêjin. Gazinan ji te dikim:Çi te da ser sînga vê deryayê? Ma bi rastî ev wellat nema hêja ye em li wî bimrin? Ev der nema têra me dikin? Têra xewnê me? Şewatê me? Ma bi rastî jiyan li paş vê deryayê hilandî ye? Dipirsim te çima zarokên xwe bi xwe re birin? Xanima xwe?

Ev kolan tev ji wan re bûn yaw, bera li ser wan bi heftokên xwe bilîsta, ev kolan yên wan bûn, di wan de bibeziya, sixêf kiriba hevalên xwe weke me, weke me bi wan pevçû ba û weke me mezin bûba di nav toz û heriya wan de, zaroktiya me li bîra te tê ne? Xarên me? Gemara me di wa rojên xemilandî de? Ew roj yên van zarokan bûn nuha, ew roj li hêviya wan bûn.

Xuhdaneke germ te digre û tu bi deryayê dikevî, ne dizanim tu li bersivê digerî, ne yan tu deryayê derbas dikî ber bi jiyanê de, ez mat mayî li te dinihêrim û binav dibim, hevalên min î çûyî li bîra min tên, hevalên min î bi welatan ketî, lo hemî tiştên çûyî li bîra min tên û ez çûyînan kom dikim ji helbestê re, tu jî zarokên xwe razî bike ku ev lîstikeke, ku derya hevala me ye, bi me şa dibe, bera nizanî bin.

Kolan tariya xwe har dike weke deryayê û weke deryayê dawî nabe, weke helbestê, em jî li ber xwe didin xwe bigihînîn jiyana li paş van pêlan, li paş vê kolanê, li dawiya helbestê û qîrîn bi zarokên te dikeve, bang li diya xwe dikin, bang li min û te dikin û em xwe zer dikin deryayê, li esîman dinhêrin û pêlek radihêje me û me ber bi kenê wan de dibe û pêlek me ji wan dûr dixe, me parçek dike, em dixwazin pêlan bixwin, deryayê gez dikin û dixwazim deryayê têxim tûrikê xwe de û tûrikê min ji min dikeve, ji helbestê û qîjîn û qîrîn û nalîn bi zarokên te dikeve, bi me û hewarên xanima te helbestê divecniqînin, awirên min û te jî deryayê, lê derya kûr e, derya tarî ye, pîs e, me dide ber xwe em yên ji jiyanê re negerek, ji mirovahiyê re. Esîman çi xweşik in îro_ ji te re dibêjim_ û derya har wêneya esîmanan wêran dike, derya serê xwe bixwe.

Dîmena dawî ye, hîna em bi hewara hev ve tên û pêl me parçe dikin, hîna em qîr dikin û aso dûr in bi qasî jiyanê û bi qasî jiyanê aso xwe ji me cuda dikin, li derdora me tev derya ye, har e, li jor me, li jêr me_ divê em nas bikin_ ne kevokek li esîman heye ku nameyekê bigihîne bendewarên me, ne jî nameyek, bitenê derya nameya me yî dawî ye, wê ji kesên mayî re dihêlin, hewl didin bigihêjin hev, careke din hev ramûsin, careke din destên hev bigrin û pêl me belav dikin, em hewl didin, lê derya kûr e, kûr e ha, derya tarî ye, derya pîs e. Wilo tu ji min re dibêjî weke bersiveke dawî ji gazinên min re û berê xwe didî aliyekî din: Em hev nebînin çêtir e. Û derya devê xwe vedike, kolan jî bi helbestê re û em binav dibin, li wir hûn di deryayê de, li vir ez di helbestê de û derya hêsirên we radiwestîne û helbest hêsirên min weke kolanê berdewam dike: helbest kûr e ha, helbest tarî ye, helbest pîs e….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…