Banga çalakvan, nivîskar û rewşenbîrên kurd

Ji bo raya giştî ya kurd li Sûriyê,
Ji bo cemawerên kurd ên beşdar di tevgera şoreşgerî de,
Ji bo birêvebiriya tevgera kurdî, siyasetvan, rewşenbîr, partî, encûmen, pergal û hevrêz û yên din.
Welatê me Sûrî di qonaxeke hestedar û çarenûsî de derbas dibe, herêma me kurdan jî di eynî qonaxê re derbas dibe, çimkî ji me kurdan tê xwestin ku em riya çarenûsa xwe divê wexta hestedar de hilbijêrin.
Di rojên dawî de hin kiryarên bivek rûdan, hatin ku herêmê gurr bikin. Eger ne ji xwegirtin û berpirsyariya bilind a ku li ba şoreşgerên kurd peyda bû, wan kiryaran dikarîbûn bingeha destpêkirina birakujiyê deynin, bêşek encam jî dê tenê xwîn û şikestina me kurdan ba. Ciwanên me yên bîrewer ku tenê rûxandina rêjîmê ji xwe re kirine armanc, li beramberî wan kiryaran rolek erênî û xêrxwazî lîstin, bê pêkanîna armanca wan Sûriya pêşerojê ava nabe, Sûriya ku kurd hevparên wê ne.
Wan bûyeran, bi taybetî bûyerên vê dawiyê li Amûdê qewimîn, ji me tevan re piştrast kirin ku metirsî di her kêlîkê de dikare li deriyê me bide û di rûyê me de derkeve, jixwe metirsî li her deverê heye, çimkî rêjîmê bingeha wê li her deverê çandiye. Ji ber wê em bang li we hemiyan dikin, gelî rêzdaran, ku her yek ji we li gor karînên xwe, hewl bide agirê fitne û aloziya heyî vemrîne, hewl bidin ku hûn wan kiryarên li dijî xelkê tên kirin rawestînin, ji ber ku ew xelk berê rastî kuştin û zulma rêjîmê tên, alîkariya wan kesan bikin daku vê qonaxa tirsnak û hestedar derbas bikin. Dawiya wan qonaxan li asoyê diyar dibe û ber bi me ve tê, êdî em hemû mecbûrin gelê xwe ber bi azadiyê ve bibin.
إلى الرأي العام الكُردي في سوريا
إلى كل من يعمل في الحراك الجماهيري الكُردي
إلى قيادة الحركة الكُردية، سياسيين و مثقفين، أحزاب و مجالس و هيئات و تنسيقيات و غيرها
يمر وطننا السوري في مرحلة مصيرية مفصلية دقيقة، يشاركه بها إقليمنا الكُردي الذي يقف على على مُفترق طرق، و قد حدثت في الأيام الأخيرة وقائع خطيرة جداً كادت أن تشعل الإقليم و تؤسس لقتال الإخوة الذي ليس له نتيجة سوى الدماء و الدمار، لولا ضبط النفس و روح المسؤولية العالية التي تمتع بها أبناء الثورة، شبابنا المثقف الواعي الذي جعل من إسقاط النظام هدفه الأول، و الأولوية التي لا يمكن بناء سوريا المستقبل من دونها، و التي سيكون الكُرد شركاء فيها.
و قد دلت تلك الأحداث، و خاصةً ما جرى في عامودا مؤخراً، أن الخطر يتربص بنا في كل لحظة، و موجودٌ في كل مكان، بعد أن قام النظام بوضع حجر الأساس له. لذلك نتوجه إليكم جميعاً إخوتنا الأعزاء بهذا النداء ليعمل كل منا من جهته، و حسب إمكاناته، على نزع فتيل الأزمة، و ذلك بالكف عن التضييق على الناس الذين يعانون أصلاً نتيجة جرائم النظام، و مساعدتهم على تجاوز هذه المرحلة الحساسة العصيبة التي تلوح نهايتها في الأفق.
04.09.2012
Heçê bixwaze tev li bangê bibe, bila navê xwe li ser Maila li jêr bişîne.
كل من يرغب بالانضمام الى النداء, ما عليه الا ان يرسل اسمه على العنوان الالكتروني التالي.
bangarewsenbiran@gmail.com
الموقعون:
Qado Şêrîn (nivîskar) – قادو شيرين
Husên Çelebî (nivîskar)- حسين جلبي
Jan Dost (Nivîskar) – جان دوست
Tengezar Marînî(Helbestvan) – تنكزار ماريني
Cîhan Ibrahîm(Şêwekar) –  جهان اب اهيم
Merwan Elî (Helbestvan)- مروان علي
Nesrîn Ehmed (Helbestvan)- نسرين أحمد (شاعرة )
Hoşeng Osê (nivîskar û rojnamevan)- هوشنك أوسي  (كاتب وصحافي )

Inayet Dîko (Karikarûrist) – عنايات ديكو
Ebdulbaqî Huseynî (nivîskar) – عبدالباقي حسيني
Lawîn Şêxo(nivîskar) – لاوين شيخو
Can Kurd(nivîskar û siyasetvan) – جان كورد
Dr. Mahmoud Abbas(nivîskar û siyasetvan) – د.محمود عباس
Arşevê Oskan(nivîskar) – ارشف اوسكان

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…