Çend dîmen ji rewşa Welat-1

Lewend Dalînî

QAMIŞLO
Mal. 1
Jin û mêrek di bêdengîyê de
Dipûnijîn!!
Û piştî kêlîkê jinê got:

Tosin ê me, ku leşkerîya xwe li Der”aa dikê??Ev demeke, bê pêjin bûye,
Gelo sax e an jî kuştîye??!!
Hêsirê herduwan,
Barîyan
Mal. 2
Ronî ê ku ji leşkerî yê bazdaye û ber bi sînorê xaka Azad ve çûye,
Gelo sînor derbas kir, û gihişte hevalên xwe an na?
Dê û bav du keserên kûr kişandin

Mal. 3
Çend welat parêz di ber vexwarina çayê re ji hev dipirsîn:
Gelo…..Ev yekîtîya Encûmena Netewî ya Kurd, û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdidistan,
Wê herê serî? û
Desteya Bilind wê karibê serkêşî yê bikê??!! Û rola xwe bi leyîzê??!!
Di wê mitalê de her yekî ji wan pakêtek çixare,
Kişandin..
Civateke rewşenbîra
Yekî: Min bihîst ku yekîtîyek din, ya nivîskarên kurd li Sûrîya, Hate damezrandin? Gelo raste?
Ê Din: Erê raste, min daxwuyanîya wan vê sibehê di “Welate me” de xwend!.
Ê Sisyan: Ma nexweşîya perçebûn ê gihişte nivîskaran jî!!??.
Di bin hikmê vexwarina Eraqê û serxweşbûn ê de ew derd,
Ji bîrkirin.
Du xwedî Terembêl
Di riya çarçî yê de pêrgî hevbûn
Tu peya tê? Erê…Ev sê roj e ku min terembêl danîye dora benzînê?!
A min jî li malê bê Benzîne?.
Du pîrek di çin kirînê bikin ji bona fravînê
Ji hev di pirsin:
Gelo mafê bacanê sor wê bibê bi çiqasî zivistanê?! Va havîne û bi heftê wereqê Sûrî ye??.
Du bazirganê bê mirwet
Xwezî ev şer û pevçûn li welat berdewam bikê?….
Keda karê min ê vê salê, hemberî deh salan bû?
Ê Dî bi kêf got: Bi telaq bêje pazdeh û bîst jî?.
Du Bijîşk
Va bûn deh roj ku Mobaîl û Internêt li vir qut bûne ka tu çawa dikê:
Dewlet li xwedê û Telefûn û Internêta Tirka bê??!!
Wa…Te wilo kirî ye?.

 AMÛDÊ
Çend zilamên navser li ber dikanekê rûniştîne û civat germ kirine:
Di Sûrîya nuh de, eger serek komar ne ji me bê, em qebûl nekin?! Û emê Komara Amûdê veqetînin??!! Eger tu dibê derya ya we tune jî? Wê wextê, emê xwe bi debirînin? .
Em Karin patoza çêkin û bi sedirînin. Bacan û tiryê mey mezrone têra Cezîrê tevî dikê? Ma çi ji me kême qurbana çava..Wey.
Civatê bi temamî li se vê biryarê emze kirin.

DÊRKA HEMKO
1. Festîval damezrandina yekîtîya jinên kurd
2. Bi dawîkirina korsa zimanê kurdî
3. Vekirina mala rewşenbîran
4. Çalkîyek li ser rewşa welat a sîyasî
Û…..Tevde vê êvarê ne….. Û tevan jî em vexwendî kirina?
Gelo emê li kîjanê ji wan amade bibin???.
“Girkê Legê, Tirbespî, Dirbêsî, Serê Kanî yê û Hisîça di berhema bê de”….

 Qamişlo 27/08/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…