Em in deng û rengê şoreşê

 

Mihemed Ebdê

Bihna azadiyê tê kurdino em kî ne?
Em in dengê azadiyê li her cihî ne
Em kurd in ser bilind in em Arî ne
Di cengê de Selaheddînê Eyûbî ne

Dengê berxwedanê li ser Çiyayê Cûdî ne
Dengê Şêx Se’îdê Pîran in em zindî ne
Dengê aştiyê ji Mihabadê
Dengê Qasimlo û Qadî ne
Dengê kar û xebatê ji Hewlêrê
Dengê Şoreşa Berzanî ne
Em in dengê serhildana Qamişlo wek rojê xuyayî ne
Dengê şehîdan û pakrewanan
Dengê Sitêran û qehremanan
Dengê mêrxas û canbigoran
Dengê Maşûq û Mişel û Nisreddîn in
Şêrzad û Idrîs û Ciwan in
Em in dengê yekîtiyê biratiyê hevgirtin û wekhevîyê
Em in dengê girtiyên di zindanan
Em in rengê Şoreşa Azadiyê û rûmetê
Em in Sor û kesk
Em in Sipî û Zer
Emin rengê jiyanê vîn û berxwedanê

12-8 -2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…