Derbasbûyî be Mamoste Mehmûd Ako

 Ji çend rojan ve hevalê me yê nivîskar Mehmûd Ako ji ber jana her du gurçikên xwe di halekî perîşan re derbas dibe.. 
Mehmûd Ako wek nivîskarekî Kurd ku ji 20 salan ve bi zimanê kurdî dinivîse.. Wî 10 salên dawî ji jiyana xwe li Almaniya, wek penaberekî derbas kirin û ji berî salekê ve zîviriye welatê xwe û bajarê xwe Qamişlo nav mirov, dost û hevalên xwe.. Lê sed mixabin ku ji çend rojan ve her du gurikên wî di kirîzak mezin re derbas dibin..
Em , heval û hogirên wî di Yekîtiya Nivîskarên Kurd de li Qamişlo rehetbûn û saxlemiyeke bi lez ji bedena wî re hêvî dikin û bi omîdin ku di zûtirîn dem de vegere nav refê heval û hogirên xwe..
Û dawî em dibêjin; Derbasbûyî be mamoste Mehmûd Ako, derbasbûyî be.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd
Qamişlo, 11.08.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...