Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê –Şaxê Qamişlo Xwe ava dike

Bi dû daxuyaniya meya 22/6/2012 ku têde damezrandina Şaxê Qamişlo ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê despê kir, em, wek şax, kar û bizava xwe berdewam dikin bi armanca civandina nivîser û wêjevanên Kurdê Sûriyê yên hindur û derve di bin siha konê Yekîtiyê de. Her di vê pêvejoyê de, Desteka damezrêner ya şaxê Qamişlo jimarek ji civînan girê da û ya dawî di 22/07/2012 bû, bi hazirbûna endamine kevin û nû bi armanca gengeşe û axaftin bo bidawîhênana pêdawîstiyên qonaxa avakirinê, ta ku derbas bibin qonaxa duwem bo dest bi karê hevgirtina giştî bikin: yekîtiya hemî şax û rêkxistinên nivîskarên Kurd yên navçeyên dîtir li Sûriyê bi riya girêdana kongirê giştî bicih bênin.
Di van civînan de gavin hatine pejirandin, ku ew jî ev in:
1.   Dirustkirina sê komîteyên katî:
A)  Komîta birêveberiya şaxî ya bajarê Qamişlo.
B)  Komîta amadekar: her ev jî ji komîta yekem tê dirustkirin, karê wê girêdana pêwendiyan bi nivîsakarên derve re, herweha bi şaxên dîtir re, bi mebesta axaftin û gengeşe di kêşe û awayê yekîtiya nivîseran de berdewam bibê, bo em bigihin yekdengî û yeknerîn di danîna yasa û pirinsîpên rêzannama navxwe de.
C) Komîta çalakiyên rewşenbîrî hate dirustkirin          
2.  Kak Welîd Evdil-Qadir (li welatê Imarat) hate pejirandin ku li cihê xwe bibê nuwênerê Yekîtiya Nivîserên Kurd li Sûriyê.
3. Em bihêvî ne ew nivîserên ku navê xwe di vê yekîtiyê de nivîsîne, û berhemên wan yên çapkirî nîn in, kar bikin berhemek bi kêmanî ji berhemên xwe yên hêşta destnivîs e pelkî ji me re rê bikin û bigihênê ber destê me, ji ber ku her berhem e yê ku bawernama nivîskariyê didê vî kesî yan wî kesî. Ji bîr nekin jî ku maweya salekê bi wan re heye ta ku berhemê xwe rêbikin.
4. Çi kesê bixwazê pêwendiyan bi me re girê bidê, dikarê bi riya vê Emailê pirsan ji me bike:
kurdnivisersyria@gmail.com
5.     Jimara ber-endaman ji nivîser û wêjevanan li şaxê Qamişlo giha nêzîkî /50/ kesî, belê, ji ber ku me nikarîbû em xwe bigihênin hemiyan, me navên hin nivîser di vê lîstê de nenivîsand ta ku em wan bibînin. Ya dîtir jî navê çend nivîserên Kurdê Sûriyê yên derve di vê lîstê de hatiye, dikarin pêwendiyên xwe,  çi bi şaxê Qamişlo re, û çi jî bi şaxekî dîtir re, girê bidin. Navê nivîserên şaxê Qamişlo yên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê ev in:

1.  Berzo Mehmûd
2.  Konê Reş
3.  Ehmed Ismayil
4. Welîd Evdilqadir
5. Hewas Mehmûd
6.  Xalid Cemîl Mihemed
7.  Fewaz Evdê
8.  Deham Hesen
10.  Edîb Hesen
11.   Xurşîd Ehmed
12.   Mihemed Şêxo
13.   Luqman Yûsif
14.   Îssa Mîranî
15.   Emced Osman
16.   Luqman Silêman
17.   Dirist Izzet
18.   Xenî Mîrzo
19.   Şêrzad Umer
20. Arjen Arî (endamê şanaziyê)
21.   Mehmûd Ikko
22. Rêwî Dawûd
23. Abbas Ismayil
24. Mihemed Qadiro
25.  Mihemed Evdê
26. Qehar Silo
27.  Fuwad Cim`e
28. Şivan Cangîr
29. Hussein Abbas
30. Ehmed `Elî (Bavê Alan)
31. Evdilkerîm Şahîn
32. Kasî Yûsif
33. Bavê Zozanê
34. Hessan Eyo
35. Şepal Berzencî
36. Dilovan Çeto
37.  Silêman Xelîl
38. Berzan Lewend
39. Darîn Evdilhemîd
40.  Zîwe Hisên
41.    Goman Hisên
42. Xandî Berzencî
43. Hîm Mela Ehmed
44. Rêber Dawûd
Qamişlo  6/08/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…