Beyar Robarî
Nejî euro û dolarin
Û gerden û guharin
Jiyan, du dilop avin
Xerbî û xunavin
Giyanê, du evîndarin
Jiyan, gul û narin
Nejî dar û hevparin
An rez û sewalin
Û ne koma zêr û zarin
Jiyan, du giyan û canin
Û demên xweş û delalin
Nejî dirav û fîstanin
Û mey noşîn û nanin
Jiyan, yar û birayê dilsoz û nazin
Bîrewer û demên jibîr narin
Saljîn yara min, du warin
Evîn û serfirazî, naz û buha warin.

Şîrove (0)