Rewşenbîriya Kurdî bi Bîr û Boçûnên Şaş

  Berzo Mehmûd

Di komelgehek wek ya Kurdî de helbet gelek êş û hejarî û nakokî û nezanî û paşketin heye, lê neku em jî wek xwendevan û rewşenbîr li şûna em findekê yan mûmekê li vir, yek li dera ha, pêbixin, xelkê xwe bi ya baş şiyar bikin, mixabin, em xwe dikin bar ser milê milet, em dikarin xelkên xwe tarûmar bikin jibo ecendên xweyî taybet. Eva han jî di gelek riyan de çêdibê. Ya dîtir jî, divê pêşî em tiştekî bidin, dûvre em jê bixwazin. Pêşî dan e, dûv re xwestin e.
Eger nivîserek ji me pirtûkek yan du pirtûk nivîsand û xwe pêre mandû kir bo dakokî û berevaniyê li miletê xwe bikê, yan filankes berhemek di ziman û keltûra xwe de nivîsand ku bi roleke zanyarî yan jî bi roleke ronakbîrî rabê, ev kar nabê cihê minetiyê, ezê minetiya xwe li kê bikim. Me pêwîstî bi karekî bêhember heye, bêdaxwazî, bê minetî, ji ber ku miletekî hejar û bêpirgal tiştek jê nayê xwestin jibilî riya xwe nas bikê. Rênaskirin jî pêwîstî bi têkoşînê heye. Rola rewşenbîr jî ronîkirina riya dirust û peyva rast û siyaseteke kurdayetî. Wilo em dikarin bêjin em rast kar dikin, ji ber ku berpirsiyeke dîrokî li ser milê her nivîserekî ji me heye.  
JI bilî ecendeyên taybetî, girêk û nexweşiyên kesane wek (dexsokî û zikreşî û xwebînîn û keysbazî û dirûtî) li nik hin nivîserên kurdnîjad peyda dibin, ev jî gihaye wî astî ku nivîserin hene xwe têde wunda dikin, nema êdî bi ser erk û karê xwe ve dibin, lewre, di hin helwêst û gotar û waneyên xwe de şaş diçin, mixabin, dane ser rêbaza koratiyê, kevirê xwe rast û çep tavêjin, bi ser ku xwe ser miletê xwe re jî dibînin.
Bi dû ku girûpek ji nivîseran ji çend bajarên Kurdê Sûrîyê gihane hev û (daxuyannameya Yekîtiya Nivîserên Kurd) weşandin, hin rewşenbîrên me, derve û hundur, li xwe nexweş anîn, heçkû em çêbûne bo şerê wan, bo nakokiyê!! Yek dibêjê: (Rûxana Tevgera Rewşenbîriya Kurdî), yê dîtir dibêjê: (niha, berê me li şûna rewşenbîriya Kurdî ye). Ev gotar û lêduwan (course خطاب), eger ne zikreşî jê dibarê, ji xwe ev helwêst bi giyaneke dijminayetî  xwe diyar dikê, ev in yê ku rexnê jî li tevgera siyasî dikin, di nav nakokiyê de têhina xwe dişkênê. Eger em li vê gotarê, li vê rayê, bifikirin, emê gihin çi? Ka ev di berjewendiyê kê de ne? Hevgirtina jimarek ji nivîserên Kurd li hundurê welat eger ne karekî pîroz be, dê çi bê? Nemaze, ji hin rewşenbîrên Kurd, ku xwehrî û çewtî û lengiya bîr û boçûnê li nik van nivîseran didê xuykirin, baweriya wan bi kesatiya wan bi xwe jî nîne, eger xwe tenê dibînin, ma ji xwe ji berê de xwe wilo dibînin, ev ne sûndê me ye. Aşnayî û nêzîkbûn di bin nerînên wan de bê bername û pirinsîpên kurdayetî nayê vepejirandin. Bê danîna pirojeyeke rewşenbîrî, êrîş û şer tê meydanê, heçkû ew bo  xwe tenê dinivîsin. Bi rastî ev hiş û bîr û boçûn gelek şaş e, ta vê kêlîkê rêz û bihamendiya her nivîserekî dilsoz û kurdperwer li nik me û nik her Kurdekî welatparêz heye, çi kesê dilsozane karekî di ber miletê xwe de bikê, cihê wî di dilê me de ye.
Baş e, pirseke dî xwe belû dikê, kengî van camêran pirojeyên rewşenbîrî li ber me danîne, ku em destê xwe bikin destê wan de? Ya dîtir, wan kengî xwe dîtiye xwediyê tevgera rewşenbîriya Kurdî? Tenê li navê xwe digerin, ketine kula navê xwe de. Lê dîsa xem nakê, em li ser van xalan ranawestin, eger viyaneke bihêz û armancdar li nik wan hebê û bibê hokarê pêşxistina rewşenbîriya Kurdî, çima em pevre nakin. Ev Yekîtî bo nivîserên Kurdê Sûrî  hemiya ye. Gelî camêran, mane, hec bi qewîtiya ji xwe çê nabê, eger hûn bi rastî yekîtiya nivîserên Kurd dixwazin, ji xwe dinya xira nebûye, em îro jî û siba jî dikarin pevre bigihin hev, lê ne bi telîfona. Eva han rûniştin û name û gelek axaftin jêre divê, wilo serpiya kar bi rê ve naçê. Ne tenê wilo, pêwîst e em li ser pênaseya rewşenbîr û nivîserê kurd bi tewawî rawestin, ka nivîserê Kurd kî ye? û çilo ye? taybetmendiyên wî çi ne?
Di alîkî de, çendayetiya çarçêweyên rewşenbîrî ne malxirabûnek e, çi hevgihaştinek yan hevgirtinek navbera çend rewşenbîrên Kurd de çê bibê tiştekî baş e, ne merc e di bin kartêkirina min de yan ya te de bê. Nabê em rewşenbîriya Kurdî di xwe de bibînin, yan jî rewşenbîrî nîne. Ev baweriyên han girêkan pirtir dikê, ezîtî û serdestî cihê xwe li nav digirê, ji xwe yekîtiyê jî diherifênê, armancên me bi ecendeyên taybet diyar dibin. Eger em îro pevre nakevin yek xelekê de, yan yek rêz de, wê mebestê nadê em dijî hev bin. Belê mejiyê me, eger ecende nebin,  dikarê bi hesanî şerê navxwe çêbikê, da ku em bi hev mijûl bibin, û têkoşîna serekî li alîkî danin.
Ya dîtir jî, em hemî di despêkê de ne, kesek ji me herdû aliyan nikarê rê ji ber yê dî bigirê, berevajî wilo jî, şerim e em wilo bifikirin. Ev reng bîrkirin şêweyekî xirab e. Eger em bi hev re nikarin di çarçêweyekî de kar bikin, nabê em bibin dijminê hev, yan jî her yek kurê bavê xwe ye. Eger em barbuhêr in, ne ku em kêm in, ew mirovê rikkirr yan xwefiroş, dexsok yan zikdirr, bi hesanî ji me ve tê naskirin. Yekîtiya mirovan, ji her celebî, her rastî û rastgoyî jêre divê.
Xaleke dîtir jî heye, her nivîserek bi tena xwe jî dikarê kar û xizmetê ji peyva Kurdî re bikê bi mercê ku armancên nivîser her xizmeta rewşenbîriya Kurdî be, neku hatiye ji xwe re axatiyekê peyda bikê, yan havilekî kesane jê wergirê.
Em ne tenê îro têne naskirin, her yek ji me bîst sal û sih salê wî heye ku xebatê di warê rewşenbîriya Kurdî de dikê, eger me pirojeyek daye ber xwe, ew jî bi armanca ku em bikarin bizavekê bo pêşxistina rewşenbîriya Kurdî bikin. Lewre jî, em nanerin ka ev kî ye? kurê kê ye? Ji kîjan girûpî ye? Em bi dengekî bilind dibêjin: em destê xwe didin her destekî ku bi rast li avakirinê digerê, em milê xwe didin ew milê ku barê keltûr û keleporê Kurdî hilgirê, belê li ser bingehên dirust û xuya, karên rast û rewa, ne xap û hîlebazî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…