Her werzekî modêlek

  Amer Çelik

…Li ber  mêrê xwe re çend caran bi aliyê çep û rastê de, xwe zîvirandbû. Herdu destê xwe ji ser herdu memkên ku heta nêvî diyarin, herdu memkên ku wekî du şimamokên rezên çola Nusaybînê, bidîtine xwe sêrin in. Herdu destê xwe li ser can û kmexan ve  ber bi jêr ve berdan û gote mêr xwe:
_ Binere!…Çekên min xweşikin ?!…
_Xweşikin….Xwesik!!…. Lê pêwîstî bi kirîne vî fîstan niha tunebû…Ne usa..!?
_ Çawa a aa?!…Ma çekên min yê ku pê herim mêvaniykê, serdanekê sok û dîlanekê hene….A a ?!
_ Berî çend rojan, min fîstanekî  zerî bi gul,xweşik û delal ji te re nekirîbû?
_ Belê!  Lê ne î modêl e. Yan bibêjim, ew ne modêl werzê em têdene.
_ Her werzekî modêlek jêre pêwîste …? Usabe pêwîste salê çar fîstanan ji te re bikirim!…
_ Erê can im, her werzekî modêlek wî heye. Jinik hinekî rawestiye wekî ku bênvedanekê bibe xwe û dîsa got:
Ez wekî jinên xelkê çekên qîmet giran û buha nakirim. Tu dizanî ku jine te gelekî li ber bazarê dide.  Tiştê ku bi sedî be, ez bi bîste dikirim. Jine te xweşik û zîreke. Hela li vî qûmaşî binêr. „qetek qûmasê ku di destê jinikê debû“
-Tu çiqas qîmet didî vî qûmaşî ..?
– Nizan im !….
– Tuştekî bibêje…
Mêrik qasekê qetê qûmaş di navê tiliyê xwe de bir û anî û got:
–      Ez mitra vî qûmaşî sî heya çil werqeyî pê didim.
Jinik;
–      Efendim…!? Ezê hewqas pera ji kuderê bînim , a a? Heya ku ez sed wereqî ji te distînim çavê min dirjên!!… Min qûmaş tev bi deh weraqan kiriya…Tu çi dibêjî !?… Tu dizanî ku ez gelekî li ber bazarê didim.
    -Tu jineke gelekî başî û ciwanî. Rewşa min ya darayî vê demê ne rinde!….
    –   Herdem tu usa dibêjî; Pera tunin, tunin……
Mêrik rabûbû ser piyan û du-sê caran rûdêne ji boyaxê sor-sipî paçû kirbû û gotibû: her usa tiştên erzan bikire.
Mêrik her bi başî pesnê jina xwe ji bo hevalên xwe yên kar re dikir û digot: Jina min gelekî li ber bazarê dide û hima-hima çekan belaş ji maxazinê tîne.
Dema wî usa çalekiyên jina xwe tanîn ziman, Hisêno jî pesnê jina xwe dida û digot:
–      Bawer bike ku jina min jî wek ya te zîrek û çelenge. Biner li vî qûmaşî(li ber cama dikane qûmaş sekinîbûn) mitra wî bi sî û pênc wereqan e, jina min berî çend rojan bi deh weraqan kirîbû!!!!!!!…..
–      Birayê Hisên o bawerke ku ez û tu bi jinên xwe bextwer û kamuran in. Ji aliyê rêz û edebê ve jî jinên me gelekî bi rêz û edebin û bi ser de jî pir xweşik û zane ne jî.
–      Welahî raste !… Heger ne usa bane ma me yê bi van perê hindik çawa biqedande.
Hevalek ji wê de tê:
–      Roj baş hevalno!.  Hûn li çi dinerin..!?
–      Ser çava birayê Silo.
–      Tu ji kuderê tê Silo…?
–      Hûn ji bo jinên xwe li qûmaş digerin û dikirin, ez jî ji mala jinan in têm.
Herduwan bi hevra:
–      Mala jinan…..!?
–      Erê! Erê mala jina, Mirov derbasî salonê dibe sê weraqan didî û derbasî odake çend qul di dîwar de hene, di wan qulan re li jinên tazî dinhêrî, heta bêjî bes aaa a bas e!..
Hisêno: Ê mal wêran..Silo derwan bike derewên bi kiras. Mal wêran ma mala jinan hola gokê ye..!?  Rast dibêjî, ew mal li Europayê hene, ne li ba me !!
–      Başa! Hûn bawer nakin!? Bilêt ji kîsî we werin ez we bibim.
Hersê hevalan  hilkişiyabûn qata jor, li salonê çend mêran xwe li erdê dirijkirbûn û çavên xwe kirbûn qulên dîwar. Hersêyan jî wekî wan mêran çavên xwe kirbûn sê qulan!…
–      Ez mantokî sor-rengîn dixwazim.
–      Ji bo xatrê çavên te yê reş manto ji bo te… Ji vê modêlê ?
–      Belê!.. Ew modêl gelekî buhaye, lê ji bo vê bejina te û ramusanekê ji bo te bê pera!.. Hela çelkên xwe dayîne û vî fîstan li xwe bike!..
–      Başe!…
–      JI xweke can im, ji xweke!….
–      ……, …..
–      Mal memikan dayîne!..Tu danyînî nikarim baş pîvan e te bipîvim!…Ha aa aa a usa bejina te wekî tayê rihanê….y..a..
–      …. ….  ……………………………..
Mêrik ber êvarî ve derbasî malê bûbû. Bi derbasbûne mêrik re, jinkê ber bi wî ve hatibû û gotibû:
–      Binêre! Mantoyê minî sor-rengîn çiqasî li bejina min tê. Tu dizanî min bi çi qasî kiriye ?! Tu çiqas qîmet  didî vî mantoyî?!
Çavên mêrik beloq diman li manto dinhêrî.
–      Çima qîmetê manto nabêjî..!?
–      Manto!….A a manto. Hêjaye sere min û Hisêno herduwan. !!!!!!!!

*******************************************

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…