Behiya Dr. Hisên Kîkî li Bajarê Berlînê

Roja çarşemê 16.5.2012 Katjimêr 22,17 h ; Welatparêz , Kurdperwer û Siyasetvan Birêz Dr. Hisên Sado Kîkî  li Nexweşxana Charité li Bajarê Berlînê bi temenekî 74 salî çû ser dilovanya xwedê .Dr. Hisên di roja 25.9.1938 li taxa Kurda li Bajarê Şamê ji dayik bûye , sala 1962 koçbarî bajarê Berlîna ( Rojava )  ji bo xwendinê dibe ,  paş xwendina pizîşkî û pisporiya jinan (Gynekolog) û Acupunktûr ,  nêzîkî 35 sala li Nexweşxanê û dûre serbixwe kar dike .

Di sala 1962 dibe endamê Komeley Xwêndikaranî li Ewropa û dibe endamê çend Komîtê Birêvebira Berlînê ya Komelê . Herweha ji destpêka damezrandina Komela Pizîşkên Kurd li Elmanya dibe endamê wê û pir caran dibe  endamê Komîtê û serokatiya wê .
Ji salên 1970 de ew jî wekû hevalên din ; Organa Ewropa ya Partî Dêmoqratî Kurdî Çep li Sûrya damezrandin ko dûre wekû Hevgirtina Gel tê nasîn . Birêz Hisên cihê xwe wekû endamê Komîta Birêvebira Ewropa digre û dûvre dibe endamê Komîta Merkezî yê Partiyê . Di sala 1988  Partiyê bi cih dihêle û wekû kesekî ne girêdayî Partiyê kar û çalakî û xebata  xwe berdewan dike .
Sala 2006 koçberî  Herêma Kurdistanê ( Hewlêr ) dibe bo xebata tenduristî û kurdayetî karê xwe berdewm dike .
Lê mixabin berî du hefta wekû nexweşê Zerikê ( Hepatitis B û E ) tê Berlînê û dikeve Nexweşxanê û li wir jiyana xwe ji dest dide .
Dr. Hisên dihate naskirin wekû merovekî nerm, dilgerm, welatparêz, kurdperwer, alîkar, canfîda û dostê hevalê xwe bû , ko kesên wisa di nav me de pir kêm in .Cihê Behiyê û Sersaxiyê :  Kurdisches  Zentrum Berlin, Dresdener Str. 8 – 10999 Berlin

Roja Şemê 19.5.2012             Kat : 15,00  ta   20,00 h

Bira û hevalên Dr. Hisên

Adnan Kîkî         0173 6234226
Hoşeng Sebrî
Baha Mihemed   0171 9500255

Zinar Şêxmûs     0157 85895819

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…