Girûpê girkêlegê yê rewşenbîrî simînarek ji (Xalid Mihemed) re li darxist

Li roja înê rêkeftî 19/ 1/2007/û bi amedebûna gelek kesayetên rewşenbîrî û siyasî ,bi teybetî yên ku pîtepêdanê û guhdanê bi zimanê kurdî yê resen di kin rexnevan û lêkolînerê kurd yê hêja Xalid Cemîl Mihemed li beşê kurdî ji girûpê girkêlegê yê rewşenbîrî bû mêhvan
û lêkolîna xwe ya giring ya ku di bin navnîşana (kêmasiyên ferhengçêkirinê di ferhengên kurdî de) xwend û li ser hat gengeşekirin
mamosta Xalid di lêkolînê de Bi seda kêmasî û şaştiyên ferhengên kurdî yên ‏çapkirî berçavkir ,û her wiha dubare û sêbareya şaşîtiyan bi şêweyekî fotokopî ji hevdû vegirtin e û ziyaneke ajawe ji aliyê wergerandin û hevwateyan ve gihandin ferhenga kurdî,ji hêleke din ve lêkolînerê kurd Xalid Mihemed bêhêvîtiya xwe ji rewşa çanda kurdî ya ajawe û bê rêveber da xuyakirin û giringiya afrandina komîteke ango dezgeheke lêveger ji bo hilsengandin û nirxandina pertûka kurdî pêşinyarkir ,ûli dawî girûpê girkêlegê bi giyanekî bilind û berpirs sipasiya mamosta Xalid kir û xebata wî ji bo çanda kurdî û pêşinyarên wî jî yên giring derbarî paşerojeke rast û durust hatin pejrandin
——
berhevkirin û amadekirin
beşê kurdî ji girûpê girkêlegê yê rewşenbشîrî
în /19/1/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…