Şoreşa Mîr Celadet Ya Zimanvanî

  Salar Elo

Bi helkeftina bîranîna roja zayina Mîr Celadet Alî Bedirxan ya ku dikeve roja 26ê nîsanê de , divê em bînin bîra xwe şoreşa Mîr Celadet ya zimanvanî di warê zimanê kurdî de ,bi taybetî elfabeya Celadet ya ku tîpên latînî têde bikaranî û ya ku îroroj em pê dinivîsin , di bîrûraya min de elfabeya Celadet ji zimanê kurdî re duriste , sergihayî ye , ne kêmî elfabeyên zimanên dîtire , û di aliyê derbirînê de ev elfabe nabe berpêk li pêşiya nivîser lê belê dibe alîkar jê re.
Mîr Celadet weha dibêje di Hawarê de hejmara 27an sala1941ê:
“Kuro .. Keçê
Eybe..şerme..fehite, an hînî zimanê xwe bibin an mebêjin em Kurd in bê ziman Kurdîtî ji we re ne tu rûmete ji me re rûreşîk giran e .
Heyf û xebînet û hezar mixabin nemaze ji wan re ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û elfabeya zimanê xwe hêj nas nakin ” 
zimanê kurdî gavin fireh avêtin bi xebata Mîr Celadet, nemaze di elfabe û bingeha rêzimana kurdî de , agehdariyek kurt li ser jiyana Mîr Celadet di van xêzên jêrî de: 
di 26meha nîsanê de sala 1893””””yan li Kayserî ya bi ser Stenbolê ve ji dayik bûye, ew zarokê didwa ye yê Emîn Alî Bedirxan û Senîha Xanim Çerkez e, xwendina xwe di beşa yasayê de li Stenbolê bi serî kiriye û li Miyonixê berdewam kiriye,  Celadet zimanên Tirkî – Erebî – Almanî – Frensî – Hinekî Grîkî jî dizanî.
Sala 1919””””an ew û birayê xwe Kamîran bi kurdhezê Brîtanî re Major Noel li nav Kurdistanê geriyan, û sala 1923””””an Mistefa Kemal “Ataturk” Celadet û Kamîran wek alîgirên tevgera azadîxwaza Kurd li bakurê Kurdistanê bi nav dike, lewra ew berê xwe dide Misirê.
Celadet waneyên zimanê Kurdî “Bingeha Rêzimana Kurdî” di riya Hawaran re belav dikir.
Hawar bi destên Celadet di navbera 1932-1935””””an û 1941-1943””””an de derdiçû, kovara Hawarê jê 57 hejmar hatin weşandin, Hejmara dawîn di 15/8””””an sala1943´yan de hate weşandin, temenê Hawarê 11 sal bûn lê du caran ji ber rewşa aborî hate rawestandin, Ji hejmara 24´an û şûn ve tenê bi elfabeya latînî dihat weşandin.
Di sala 1942´an de Mîr Celadet dest bi belavkirina kovareke din kir “Ronahî”, hejmara pêşîn ji vê kovarê di 1/4/1942´an de hat weşandin hejmara dawîn 28/3/ 1945´an de derçûye.
 Celadet roleke berçav di pêşxistina ziman û çanda Kurdî de lîstiye,  baweriya wî ew bû ku yekîtiya Kurdan wê di riya yekîtiya zimên re pêk were. Ew weha dibêje: 
“Herwekî me çend caran gotiye yekîtiya miletê Kurd bi yekîtiya zimanê Kurdî tête pê di yekîtiya ziman de gava pêşîn jî yekîtiya herfane , yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene ,zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin” wisa Mîr Celadet me hişyar dike di Hawarê de, hejmara 9an.
 Celadet di 15/7/1951””””ê de di bûyereke xemgîn de jiyana xwe ji dest da, û gellek berhemên giranbuha li dû xwe hiştin .
Di destpêka Hawarê de hejmara 9an sala1932an Celadet weha dibêje:
 “Hawar dengê zanînê ye zanîn xwenasîn e xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin lewma ziman şertê heyînê a pêşî ye..”
Mîr Celadet Bedirxan wek zimanzanekî kurd roleke mezin û giring di pêşxistina zimanê kurdî de lîstiye , nemaze elfabeya Celadet û bikaranîna wê ji bo nivîsandina bi zimanê kurdî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...