Rola rewşenbîran di hişyar kirina civakê de (rojname û ragihandin nimûne)

Melevan Resûl

Her çendî weşanên rojnamevaniyê divegerin serdemên Imperatoriya Roman ve , di dema Yolyos Keyser de – 60 b.z – bi navê ( Akta diyorna), ango -bûyerên rojane -, her weha bi vî pergalî dewam kir hetanî sala 235z. dema ku fermana çapkirina rojnameyan ketibû ser milê koleyên Imperatorê da ku bi xêzên dest wan jimaran ji hev teraş bikin û di nava girseyên gel de werin belav kirin bi mebesta ragihanida çalakiyên çekdarî û hinek babetên din .
Di sala 1450 z de xwedêdanek kete şopa weşan û belavokên ragihandinê, ew jî xwedêdana teknîka çapemeniyê li ser destê Yohans Gotinberg li bajarê Almanî – Mayinz- bû egera belavbûna rojnameyan bi şeweyekî berferh di nava hemû beşên civakê de , her çendî ew nûbûnek bû kete rojeva çapemeniyê de , lê ew di şopek teng de ma em dikarin bêjin ku rojnameya ( rolasyon ) ango –pêwendî- , yekemîn rojnameya resen li bajarê Strasborg ê di sala 1605an de derçû.
Vêca em werin ser rewşa rojnamegeriyê û ragihandinê li kurdistanê da em bibînin ka piştî çend salan ji nû ev alav kete nava civaka kurd de û rola wê çiqas bi bandor bû.
Rojnameya di kurdistan 1898 an de , yekemîn rojname bû li ser destê mîr Miqdad Bedirxan ve hate çapkirin , piştî nêzî 300 salan ji nû ve li kurdistanê xwedê da, ew jî li koçberî û welatê mişextiyê hate çapkirin û bi taybet li Qahîre ji ber du sedeman .
1-    Desthilatiya Osmaniyan ber bi aloziya roxandinê ve diçû .
2-    Hatina hêzên Ingilîzî û gurûgeş kirina opizisyonê ji bal wan ve li hember desthilata Osmaniyan .
Ji vê yekê rewşenbîrên kurd dizanîn rola pozîtîv ya ragihandinê û çapemeniyê di veguherîna ramanê siyasî li hember hêzên dagirkerên Osmanî û herdemî hewldanên hişyariyê li hember wan dikirin bi mebesta rizgarkirina xaka welat .
Di qûnaxên bizava rizgarîxwaza netewa kurd de , rojnamegerî bi pêla serhildana şoreşên kurdî gurûgeş dibû , yan lewaz û qels dima .
Di serdema me ya îroyîn de gelek alavên ragihandinê peyda dibin bandora wan di veguherîna bîreweriya civakî de diyare , bi taybet ragihamdina çapemenî dihêle ku hişmendiya civakê ber bi doza civakî , siyasî û çandî ve here dema ku dê û bav karibin vê çandê li nik zarokên xwe biçînin û heskirina xwendina çapemeniyê bikin .
di têbîniyê weşanxaneyên Emrîkî de diyar dibe ku mirovên çapemeniyê di zaroktiya xwe de dişopînin , di paşerojê de ew çaktirîn mirovin di xebata civakî û siyasî de .
hemû alavên ragihandinê di seranserî cîhanê de dikevin bin siha berjewend û aydiyolociyan de , xwe ragirtina li ber vê pêla dijwar ji bo parastina nifşên paşerojê , pêwiste perwerdeya heskirina netew û welat werin kirin û derfet newe dan da hemû beşên civakê ber bi mizaxtinê ve neherikin , di serî de fêrkirina zimanê kurdî û di dûv re weşanên ragihandinê di riya pêşkêşkirina bernameyên  zarok , jin , xort , xwenda û gundiyan , di ragihandinên kurdî de werin weşandin û pênasîn ji civakê re da ku karibe bibe bendav li hember pêlên alûzekirinê li dij çapemeniya reş û bedkar û pûçelkirina civaka kurd .
heger em karibin di ragihandina kurdî de van xalan dabîn bikin , hingî civaka kurd bi tevayî wê bi doza xwe û netewa xwe ve were girêdan û heskirina welat peyda bibe .
heskirina ziman, stran,wêje, dîrok , cilûberg , leystok , film , xwendina çapemeniyê , ahing , festîval , çand , huner û korên yarî û yaneyên rewşenbîrî , bi hevdû re dibin hêza parastin û dabînkirina civaka kurdî ji riyên vajî û çewt .
tiştek bi hêvî û daxwazan nayê parastin , lê belê bi ked û bizavê derencam dibin , di vê mijarê de wekî hatî niyasîn çiqas rola rewşenbîran di ragihandina ramanê netewî de hebû , her weha jî niha ew rol carek din dikeve ser milê rewşenbîr û zana û siyasetvanên kurd , ku hemû bi hevre xebatek hevbeş bi pêşxînin ji bo parastin û avakirina civakek saxlem û aza , ev erkek sincî ye , exlaqiye , welatperwerî û insaniye , heger ew viya nekin wê civaka kurd ber bi rûxandin û tunekirinê ve rûbirû bimîne û gunehbariya mezin her dimînin para rêçenas û pisporên vî miletî .

18/4/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…