Qelûn (Xelyûn) Sbareta bîranîna rojnamvaniya kurdî, nameyek bo d.Burhan Xelyun.

Ebdulqader Mustafa 

Qelûn, ji pîş û sazên kurdane ,ciheke wêyî taybet heye, ji ber ko çandiniya tutinê li kurdistanê bi nav ê denge,li deverên Mûşê, Nihê û gelek deverên dîtir, ji ber wisa pêdiviya Qelûnê û sazkirina wê hebu.

Qelûn ji heriya hincanê di hate çêkirin.  Hincan (( ewe ko di qata kurdistanê de gelek kindalên rengîn hene, ji bo çêkirina hincanê, xweliya wê,di anîn, di rengê kîla gewr debû, dkirin herî û baş distirin, peyre dikirin kom, hoste dihat, ji wê heriyê gelek rengên hincanan amade dikirin, nimune:
Teşt, tebsik, çira, piyanê avê, legen…hd. ev sazên han dikirin kom û tertên rîxê di anîn dikirin kozî, li hawîr û derdora wê agir dikirin ta dihate şewtandin û dibû qafik))
Yan jî qelûn ji kevirên nerm û reng sipî, dikolan û bi kêrikê divedan, bi hostayî tanî dibe qelûn, peyre dişewitandin ko bibe qafik û dixistne nava kayê, da rengê qelûnê reş bibe û paşî çîtikek ji dara belalûkê di anîn û nava qelûnê paqij dikirin û têde bi cî dikirin û dihate asêkirin, ji ber dara belalûkê zû bi zû Cîlax -karbon- ne digirt.
Mebest ji vê dazanînê ewe ko gereke her tiştên bête sazkirin û bi karanîn herweha çi siyasit be yan jî rewşenbêrî be, pêdiviye bi hostayî bête sazkirin, yan jî wê mîna Qelûna Berhan Xelyun bêta (cîlax) kirin û kişandina wê bibe jeher û ziqûm.
Qelûna vî ne merdî, diyare bi hewcedariya çîtika darê belalûkêye, da ko gemara cîlaxê lê nevede, renge ko tiştekî ji xuristya kurdistanê fêrnebuye û xwe li nezaniyê daniye û jibîr kiriye ko qelûn be hincan û dara belalûke pêknaye û bêyî van herdiwan ew qelûn dimîne sexte û cîlaxgirtî.
Em kurdistanîne û welatê me kudistane, lê nayê wê wateyê ko em di cuxrafiya çar sînoran najîn û em dizanin dîrok û hebuna me maye xwîniyê mîrata (saykis-bîko) û hin heval bendên wan ko îro hisdikin çarenusa me û pêşeroja gelê kurd li gor dil û mexsedên xweyî nejadperestî nîşandan bikin.
Cihê êş û xemsariyê ye ko hevpeş û hevparên me bibne rikberî ji pirsa gelê me re, di şuna ko me berevacî me hizir dikir ko herwisa em hemî yek beşin ji şoreşa welatê Suryê de û bi yek armanc, yek slogan û yek deng em didin ser pişta rêjîma sitemkar!!!!!, mixabin, roj bi roj qulên Qelûnên hevalbendên me têne xitmandin û cîlaxgirtî dimîne, lê em jî sozdidin, êdî nema bi darên Belalûkên kurdistanê qelûnên wan paqijbikin.
mustafa52@live.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...