Dema yekrengî û devgirtinê çû!

Arşevê Oskan

– Dema ku eyb û kêmasî hebin, pirrengî û dengên azad nayên pejirandin.
-Xurtkirina yekrengiyê avakirin û afirandina hişmendiya dîktatoriyetê ye.
-Pirrengî buhara mirovatiyê dixemilîne û asoyan li ber şaristaniyê dixemilînin.

Şoreşa ku niha doza buhareke erebî li Rojhilata Navîn dike, şoreşeke li dijî yekrengiyê ye. Partiya komenîst li dunyayê têk çû, ji ber ku yeknerîn, yekserok û yekpartî diparast. Di sedsala bîstan de komenistî li hemû dunyayê şikest û rastiya gelan derket pêş.
Gelên ku di wê dema  Stalîn de dihatin asîmlekirin û nefîkirin, êdî piştî hatina Gorbatşof mafê xwe yê netewî xwestin û sînorên xwe xêz kirin. Dema ku navê yekrengî û yekdengiyê tê guhên me, yekser dîktator, tengbûna olê, partiyên Komenist û desthilata yekmalbatî yan jî yekserokî tê bîra mirov. Dema navê buharê li şoreşekê tê kirin, bi wateya xwe rengên buharê yên xwezayî tên bîra mirov. Kuştin û inkarkirina gelek rengan û parastina yekrengiyê, kuştina xweza, azadî, hebûn, dewlemendî, nerîn û derbirînê ye. Yekrengî di encamê de gelek wêraniyê bi xwe re tîne holê. Dema ku li welatekî em tenê ala bi yekrengî û wêneyê yek serokî dibînin, em bêhna dîktatorî û kuştina pirdengiyê dikin, wek nemûneya Qadafî.

Dengê min tenê xweş e! Rengê min tenê geş e! Hemû tiştên min pîroz in û yên din kirêt in! Pejirandina rengên cûda, kulturek bi serê xwe ye. Yek ji stûnên şaristanî û dewlemeniya mirovan ku ne mirov rengê xwe tenê xweşik û ciwan bibîne û ne tenê dengê xwe xweş û geş guhdar bike. Lê belê hebûna reng û dengên din civatê dewlementir û rengîntir dike. Mixabin şaxên vê êşê derbasî nav rewşenbîr û hunermend û nivîskarên me jî bûne. Li welatên rojhilatê wêneyê serokekî li herderê tê dîtin ji malê bigre heta bi kolan û sikakan. Peyeyên wî dîktatorî kengî bixwazin kuştinê dikin, serok û biryarên idyolojî di ser qanûn û destûran re ne. Gotinên wî mîna ayetên pîroz tên xwendin û malbat jî pîroz tê dîtin. Rojbûna wî festîvaleke dîrokî ye û mirina wî jî dawîlêanîna kultureke kirêt e.

Ev diyarde civatê bi sedsalan bi paş ve vedigerîne. Alavên yekrengiyê yên çewistandinê ên dûrî exlaqê mirovan e, wekî ku niha li Sûriyê dibe, pêlavên peyên rêjîmê li ser cendekên kuştiyan govendê digerînin. Welatiyên ji rêzê û bêalî di rêjîmên dîktator de tune ne, yan heval yan jî dijminekî xedar e, ne xwezî bi dilê wî yê ku rexnevan an jî hevrikekî çalak be. Ji bo ku ev hişmendî û zuhinyet nemîne, civata welatên medenî bi sedên salan jêre xebitîne û bi milyonan kes qurbanî dane, lê wer xuya dike li rojhilatê dê zûbizû kokên wê hişk nebin.

Di nav kurdan de jî yekrengî û yekdengî bi hêz serê xwe hildide û quloçên xwe tûj dikin. Gelo dê zanyar û rewşenbîrên me jî di buhareke kurdî de biramin? Da ku rojeke bedew ji azadiya mirovên kurd re der bibe û şaristaniya paşerojeke rengîn û dewlemend ji kurdan re ava bibe. Yan wê ew jî wek zurneyên basiyan ji serok û partiyên xwe re li daholê bin û serên xwe mîna yên neamê têxin nav quma keysebazî û koletiyê?

040.04.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…