Helbest u Vidyo

Namak ji silêman adê re

Bavê Helbest

Silêman were pêşwaziyê
vaye mêvanê te hatin
Silêman
Xortin ciwanin
Ji dilê welatinNû hatî zavane

Silêman
Şêrênê dê û bavane
Nûnerê miletin
 Silêman
 Mûma pêxe Gula raxe
Dîlana newrozê
Li firdewsê
li darxin
Silêman
Ger qedexe be
Nîşana cejnê
 Kefen pêxin
 Silêman
Mêvanên te  
Mêrxasin mina te
Sîng li gulane
Gule barane
Silêman
Mêvanên te
Deng dane
 Qamişlo mizgîne
Mêvanên te
 Li ser doza hebûnê
çirisk  di çirisînin
dilê me yê birîndar
bi hêviyan derman dikin
silêman
bi xêlîne
bi pêlin
 keçin  zerîne
 binefşin perîne
 lehengin
partizanin
pênûszanin
karkerin
şoreşvain
 helbestin lêkolînin
 silavin peymanin
sozin hûn 
ne dawîne  ne dawîne   ne dawîne
 

             qamoşlo 20/3/2008 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…