Her derdek dermanek jêre he ye *

Diyar Ehmed

Dema ku mirov bixwazê li ser mijarekî bi axivê yan jê binivîsînê û bi teybetî dema ku ew mijar cihê alozî û têkildanê bê . mirov nizanê ji kîjan alî ve destpêbikê . gelo li destpêka derbûna wan arîşe û aloziyan vegerê yan li nava wan bigerê, yan jê ji dawiyê ve wan veçirê û jihev veqetînê …?
Di berê de hatiye gotin ku( tişta te girt bernede û tişta te berda li peyî ne keve ).
Lê ka em dikarin çareseriyekî ji pirsgirêkekî re bibînin dema ku em li destpêka wê venegerin …..??
Guman têde nîne ta ku mirov bi karibê mijarekî alozgir û têkilhev bi rengekê rast û durist bi nerxînê, pêtviye mirov berî her tiştî li ser tevî aliyên wê mijarê rawestê, wê vewêjêrê û hilkewêşê . eger merema mirov çareserkirin,gihandin,lihevhatin û nêzîkkirin bê, gereke destnîşankirina kêmasî û helwêstên şaş û ne dicih de ne ji bo ku em nasbikin yan bidin naskirin ka kî alî sûncdar û gunehkare, lê ya giring ewe ku di wê vewejartin û danûstandinê de her alîk xwe nasbikê . ku rol û kartêkirina wî alî di peydakirin û gerandina wan alozî û têkildanan de çibû û çi cih di wê bizavê de gitiye, û herweha bi pirsê ka helwêstên dema borî tevde û tevde di cihê xwe de bûn yan na…..? ka rewşa siyasî ya ku îro tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê têre diborê di karê bi guhertin û pêşveçûnên serdemê re rêve herê. ji ber dawiyê gavên siyasî bi destkeftin û encaman tên nerxandin ne ku bi nêt û daxwazên dilê paqij tên bicihkirin .
Pişt re giringe ku her alîk di bênvedanekî de rawestê û li xwe vegerê ji ber çi pirsgirêka peydabibê eger û mercin wê hene,ji ber vê ta mirov encaman destnîşanbikê divê mirov li egeran vegerê .
Lê tevî vê yekê û wê yekê pêtviye mirov di wê baweriyê debê çi alozî û pirsgirêka hebê dema ku vîn û dilxwazî li peyî peydabibê wê çareserîk jê re werê dîtin . belê, her derdek dermanek ji re heye, ji ber wê jî dermanê çareserkirina diyardeya pevçûn, jihev veqetandin û parçebûnê ya ku di laşê tevgera siyasî de rûdayî û Kurmê wê îro ew laş pûç û vale kiriye danûstandin û goftûgoyeka ron û berdewame, dilpakî û hest bi berpirsyariya netewî û mirovatiye, xwe dûrgirtin ji berjewendiyên kesayetî, ez-ezîtiya nexweş û hişemendiya bertenge, li hevhatin ji bo parastina mafê millet û berjewendiya wî miletî ne ku ji bo berevanî û dabînkirina cih û kursiyê kesan û berjewendiyên wan yên teybetmend bê, bawerî bi kêşa gel hebê ku wek kêşa miletek xwedan teybetmendiyeka netewî li ser xaka xwe ya bingehîn û dîrokî dijî .
Hingî wê mihane û hêncetên ji hevdûrbûn û belavbûnê kêm bibin, eger em nebêjin ji xwe wê nemînin û hingî wê dest bikevê ser birênê, hêviyên pêşiyan û berhemê xwîna şehîdan li ber bayê naçin,wê serest bibin û bikevin di cihê xwe de.

———–

* Jimara (3) ji rojnama partî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...