Jin û şoreş

Dilşad mella

Yê ku şoreşa Sûriyê a ku ji salekê ve li dijî zilm û zordariyê despêkiriye bişopîne, wê bibîne ku tev zarokên gelê Sûriyê têde beşdarin, biçûk û mezin, jin û mêr bê cudabûn.. wiha jî rêjîmê cudahî nekiriye navbera zilam û jin, ne zarok û kalemêran.. Ew rêjîm amade ye tevan bikuje da ku ew bi tena xwe bimîne…
Cîhanê tevî jina Sûriyê a leheng; jin be an keç be an bi mêr û bê mêr be, dît bê çawa li kêleka zilamê Sûriye sekiniye û pêre beşdariyê di vê şoreşê de dike û hejmara jinan têde mezin e. Nexasim ku di gelek bajarên Sûriyê de jin bûye armanca kujeran..Di gel ku hatiye revandin, namûsa wê berebatkirin û bi bedena wê hatiye listin..

Eger jina Sûriyê beşdarî di şoreşa Sûriyê de kiribe, ew bi rola xwe a normal û aktiv di jiyanê de rabûye û ev ji mafê wê ye. Nexasim zilm û zora ku lê dibe û bûye dubare ye; ji rexekî ve kurê wê, mêrê wê, birayê wê û bavê wê armancên rêjîmê ne, digel ku ew bixwe jî armanc e.. Û wiha jina Sûriyê nedûrî zîndanê bû, ne dûrî zîndanê ye û gelek jinên têkoşer di Sûriyê de hene ku ketine zîndanan de ûhên jî jinên têkoşer di zîndanan de hene..

Jinên Sûriyê di tev warên jiyana rojane de li kêleka mêrê xwe û malbata xwe sekiniye û gelek jinên têkoşer yên naskirî di Sûriyê de serê xwe di gelek waran de bilind kirine, nexasim di warê siyaset û pîşesaziyê de.. Jina Sûriyê ji wan jinên ku şoreş bi hêza wan hatiye vêxistin û hinan ji wan plana şoreşê daniye wek jinên bajarê Deraayê yên ku bisedema axaftina telefonê li ser rêjîmê hatin girtin û zîndankirin.. Tevî vê yekê, ew jin bi pêşeroja Sûriyê a azad û demokrat geşbînin..

Serketina şoreşa Sûriyê a ku wê nêzîk pêk were, wê Sûriyayeke nû, Sûriyayeke wek hev be, Sûriyayeke bêcudabûn be di nav nijadên ku têde dijîn.. Her wiha wê rola jinê jî têde ne tenê dîkorî be, belê wê jin rola xwe di tev warên fermî de bilîze û wê xwedîdan be, wek ku çawa di jiyana rojane de xwedîdane.. û wê ev jin piştgireke mezin be ji demokratî, dademendî û wekheviyê re, ji ber ku ew bêtir di welatê wê de, ji ber karbidestan ve, bi êş û janên ku dîtiye serwexte..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…