Gotina Desteya kovara PIRS ê di Duwemîn salvegera koçkirina rewşenbîr û nivîskarê kurd REZOYÊ OSÊ de

  Dost û hevalên hêja…
Berî niha bi du salan, li rojeke weke îro, bira û mamostayê me yê hêja Rezo Osê çavên xwe damerandin û li xaka welatê xwe bû mêvan.

Li wê rojê û li ber darbesta ciwanemergê me, hêstirên germ ji çavên meriv û dostên wî hatin xwar, û gotinên xemgînî û mixabiniyê yên ji dil de û li gor bejna jidestçûyî bûn, ji hêla dost û hevalên wî de hatin kirin. Wan hemiyan, paybilindiya meqeama nivîskar û rewşenbîrê me Rezoyê Osê tekeze dikirin, û giringiya rola mirovên zana, û bi salix û sinciyên cudawaz, ji civaka me re û ji tevahiya tevgera azadixwaz û dadperest re anîn zimên.
Belê birano.. li her welatekî û li her deverekê zana û rewşenbîr serî û mejiyê civakê ne, ew serkêş û pêşeng in, ew çîka destpêkê ji her guhertinekê re dijenin, bê wan nûjenî, şaristanî û mirovatî pêşde naçe, ew sar dibe û vedimre, belkî ji ber wê jî derba ew dixwin.
Bêguman, roja îro û di rewşa ku welatê me sûryê tê de bi tevahî û gelê kurd li sûryê bi taybetî, pir zelal diyar e, ku çiqas pêdvî û gerekî bi hişmend, rewşenbîr û mirovên zana heye, û çiqas e, ku ew cihê xwe nava rêzên tevgera azadîxwaz de bigrin, çin kî li ev rojên reş û dijwar, li ev rojên ku xwîna mirovan li her derdorekê dirijê, gelê Sûryê bi pêdviya hemî lawên xwe ye. Û li bendê ye ku her mirovek, nemaze jî zanayên xwe, bi rola xwe ya erênî rabe, welatê xwe biparêze, civaka xwe biparêze, kuştinê û xwînrêtinê rawestîne, û bi pêdarî berve ronahî û azadiyê bimeşe.
Di van rewşên giran û dijwar de, zor pêwîst e jî ku nêrîn, helwest û baweriyên zana û rewşenbîran cihê rêzdarî û guhdanê bin, nemaze jî ji hêla tevger û hêzên siyasî de, bi dilferehî li wan werin nihêrîn û bi guhên vekirî werin bihîstin.
Belê dost û hevalên hêja, bila herkes bizanibe, gelê ku zana û hişmendên xwe teqdîr neke û rêza bîr, bawerî û nêrînên wan negre, ticarî bipêş nakeve û dê wek sêwiyan li şûna karwana şaristaniya mirovatiyê bimîne.
Birayê me, kek Rezo, biracan.. tu di jiyana xwe de û di mirina xwe de jî cihê qedrê yî, ji ber ku tu zana bû, rewşenbîr bû, pêşeng bû, gernas bû û fîdakarê gelê xwe bû.. hezar silav, rêz û rûmet ji bîranîna te re nemirê hêja.
Desteya kovara PIRS

3.2.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…