Dost û hevalên hêja…Berî niha bi du salan, li rojeke weke îro, bira û mamostayê me yê hêja Rezo Osê çavên xwe damerandin û li xaka welatê xwe bû mêvan.
Bêguman, roja îro û di rewşa ku welatê me sûryê tê de bi tevahî û gelê kurd li sûryê bi taybetî, pir zelal diyar e, ku çiqas pêdvî û gerekî bi hişmend, rewşenbîr û mirovên zana heye, û çiqas e, ku ew cihê xwe nava rêzên tevgera azadîxwaz de bigrin, çin kî li ev rojên reş û dijwar, li ev rojên ku xwîna mirovan li her derdorekê dirijê, gelê Sûryê bi pêdviya hemî lawên xwe ye. Û li bendê ye ku her mirovek, nemaze jî zanayên xwe, bi rola xwe ya erênî rabe, welatê xwe biparêze, civaka xwe biparêze, kuştinê û xwînrêtinê rawestîne, û bi pêdarî berve ronahî û azadiyê bimeşe.
Di van rewşên giran û dijwar de, zor pêwîst e jî ku nêrîn, helwest û baweriyên zana û rewşenbîran cihê rêzdarî û guhdanê bin, nemaze jî ji hêla tevger û hêzên siyasî de, bi dilferehî li wan werin nihêrîn û bi guhên vekirî werin bihîstin.
Belê dost û hevalên hêja, bila herkes bizanibe, gelê ku zana û hişmendên xwe teqdîr neke û rêza bîr, bawerî û nêrînên wan negre, ticarî bipêş nakeve û dê wek sêwiyan li şûna karwana şaristaniya mirovatiyê bimîne.
Birayê me, kek Rezo, biracan.. tu di jiyana xwe de û di mirina xwe de jî cihê qedrê yî, ji ber ku tu zana bû, rewşenbîr bû, pêşeng bû, gernas bû û fîdakarê gelê xwe bû.. hezar silav, rêz û rûmet ji bîranîna te re nemirê hêja.
Desteya kovara PIRS

Şîrove (0)