KURDÊN SÛRÎ BÊ SER Û BERİN

Lazgîn dêrûnî

Bê goman gelê kurd li sûrî beşekî bingihîne ji miletê sûrî ,va li ser xaka xwe dijî, ziman û kultûrekî xwey teybet heye,lê herkes dizanê sitemkariyek bi serde ketiye ,mafê wî yê netewî hatiye xwarin û hebûna wîjî mandele dikin.

Lê rojekê ji rojan vî gelî dev ji doza xwe ne berdaye û ji bîr nekiriye û nerawestaye. Lê heta vê gavê jî ti qizinc bi destxwe ne xistine,ji ber kû derfet nebû.
Carna vî gelî serê xwe di hilda ,dijî zilm û zorê ,dema kêr digha hestî,lê mixabin partiyên kurda berî rijîmê pêşya wî di girtin û digotin :em kurd lawazin ,bê hêzin,bi tena xwe em nikarin dijî vê rijîmê rabin ,wê me talan û wêrankin.
Lê serokê van partiya destê xwe li singa xwe didan û digotin bi soz û peyman dema birayên mey EREB rabin emê di serê şoreşêde bin .
Ew roja kû ev çil sale kurd li hêvya wê bûn va hatiye devê derî ,vaye gelê sûrî ji dil û can rabûye ,şoreşek li dare ,kuştin girtin ,mal wêran kirin,tev ji bo hêvrandina rijîmê û ji bo azadî û rûmetiyê ye.lê ka ew soz û peymanê partiyên kurda ,kanî kar û xebat ,ka derfeta ji vê derfetê mestir.
Xwendevanê xweşewîst:
Kurd bê ser û berin,  kurd bê rêk û pêkin
Bela kurda ji serok û rêberê kurdaye
Îro me hev li serê ban û binê banjî dît
Bi gomana min go sed şoreş di sûrîde rabin ,û sed rijîmê nû werin ,kurd bi vî regî û bi vê kar û xebatê ew ti encama nagirin ,û nagihin armancên xwe.
11/2/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...