Lazgîn dêrûnîBê goman gelê kurd li sûrî beşekî bingihîne ji miletê sûrî ,va li ser xaka xwe dijî, ziman û kultûrekî xwey teybet heye,lê herkes dizanê sitemkariyek bi serde ketiye ,mafê wî yê netewî hatiye xwarin û hebûna wîjî mandele dikin.
Lê serokê van partiya destê xwe li singa xwe didan û digotin bi soz û peyman dema birayên mey EREB rabin emê di serê şoreşêde bin .
Ew roja kû ev çil sale kurd li hêvya wê bûn va hatiye devê derî ,vaye gelê sûrî ji dil û can rabûye ,şoreşek li dare ,kuştin girtin ,mal wêran kirin,tev ji bo hêvrandina rijîmê û ji bo azadî û rûmetiyê ye.lê ka ew soz û peymanê partiyên kurda ,kanî kar û xebat ,ka derfeta ji vê derfetê mestir.
Xwendevanê xweşewîst:
Kurd bê ser û berin, kurd bê rêk û pêkin
Bela kurda ji serok û rêberê kurdaye
Îro me hev li serê ban û binê banjî dît
Bi gomana min go sed şoreş di sûrîde rabin ,û sed rijîmê nû werin ,kurd bi vî regî û bi vê kar û xebatê ew ti encama nagirin ,û nagihin armancên xwe.
11/2/2012

Şîrove (0)