Ev çi xapîn e.

Mizgîn Hesko

Berî  çariyekê, min ev nûçeya seyr di TV –elerabiya de xwend..ewê ragihand û got  ku kombenda nivîskarên Rûs…serokê Sûryê  xelat kir û balkêştirîn xelat xwe diyarî wî kir ..
Gelo ev çi pêkenoke ku di heman demê de ez kenand im û giriyand im….
Ez kenandim ji ber ku ez dibêjim ev xelat ji bo Alî Ferzat bû , yan jî ji bo Semîh Şiqêr bû
Yan jî ji bo Fedwa Suleyman bû û yan jî ji bo çalakvana kurd Hêrvîn Osê bû lê ewê bi şaşî navê Beşar Alasad bi lêv kiribû çimkî navê wî vê demê  di alavên ragihandinê de pirr tête  bihîstin.
Her  weha heman nûçeyê ez giriyandim ….gelo eger rast be…ma diktator jî têne xelat kirin…ev bû çend sal ku wan damarên me zuha kirin û ji bilî nexweşî , jar .derd , tunekirinê  û binpêkirina bîr û boçûnan… me ji wan nedîtiye…vêce çawa nivîskar qaşo xwedanên behweriyên wekheviyê , rastiyê, ,azadiyê,vê kiryara kirêt dikin.

Gelo ev çi xapînin ku cîhana sedsala bîst û yekê dorpêç kirine

Gelo kanî sozdariya romanê.helbestê. , çîrokê û hemî cureyên nivîsa bi rûmet li ber evan ziyanên qirêj û xwe firoş.

Li min bibure ey ciwaniya sozê …işev min pirtûka xwe ya bi navê Asoyekî tijî endeko qetand ..Aso çawa tijî bîna endekoyê dibe û bi rengîniya kulîlkan dagîr dibe û li welatê min xwîn gihişte kabokan û masîzarokên me di deryayeke çikiyayî de ditevizin.

Li min bibure ey tovê helbestê …işev min pênûsa xwey bejin bilin şikand….xwîşkên wê li Qahirê pirotokolên mirinê muhir dikin.

Û li vir ez ji hemî hevalên nivîskar dixwazim ku  rawestin… îdî nivîskarî  bûye şitleke nuh ji kokayinê  û bazara kirîn û firotina wê di destên mafiya yê de ye.

 Yan jî werin em pênûsên xwe rêkin e Homsê , da ku şoreşvan ji wan… darbestan çêkin Kolan bi laşên pakrewanan ( şehîdan ) tijiye.. hemî rûpelên me têra bejina wan nakin.

Werin em pirtûkên xwe yên ku nayên xwendin rêkn e Qamişlo yê..mazot nîne û zarokên me ji  ber sira zivistana deyûz dilerizin ..ber dayik wan berheman  me bişewitînin û li ber agirê wan hitokên xwe şîr bidin…da ku rojekê navên me bi xêr û xweşiyê bêne bilêv kirin…………….

Bibure nivîs tu ji me bêryi yî.. !

22 ê- rêbendana 2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...