Zemawenda kurdî di navbera nûjeniya Cak Dêrîda û parastina kelepur de!!!!!

 Dr.Zara Brahîm
 
 Zanist û dîroknasên cîhanê yên pê şî û hevdem, dibêjin ku avakirina dirust ji pa şeroja her miletî re , ewe ku stûn û bingiha wê: kelepur,  şûnmayî û mîtolojiya wî miletî be. Mayîn û pê şveçûn û ge şbûna miletan tê girêdan bi parastina van  şert û mercên pê ş me gotî ve, loma ew gotinên pê şiyan bi xurtî cî digrin, çikû dolemendî û zengînbûna miletan ji wê mîtolojiya û kelepurê zengîn tê.
Kurd jî weke miletekî bindest û bê dewlet, pêwîste ku nasnama xweyî netewî biparêzê û eva han jî rêk jê,  di rêya parastina wî foloklorê kurdî zengîn de ye. Her û her pê gereke parastin, komkirin û berhevkirina wî kelepurî, ji ber ev dibe pergalê her karê dahêneranî û hunermendiyê, ne weke ku hin nûnerên bîriya nûjen( modernism) dibêjin û yekî navdar ji wan ( Cak Dêrîda ), ew têgeya nûjenî didê nasîn û  şirovekirin li gor sîstêmeke îkonomî- siyasî bilind ji zanînê. (Ew nerîna wî ku dibin atmosfêr û asîmanekî ji demokrasiyê û azadiyê û parastina mafên kes û mirovan de, dive em kelepur û dîroka xwe jibîr bikin, xwevedan û xwe  şi ştin ji van şert û mercên serekî, derbasbûna asoyekî bimij û moran bê dem û nasname û windabûna netewî .
 Bi rastî ev nûjeniya bêwate û ve şartî, îro roj bi hin  şêweyên cor be cor xwe didin xuyakirin, ne tenê di warê helbestê de, lê belê ev  şêweya û têgihi ştina  şa ş ji nûjeniyê re li dawetên( zemawendên ) kurdî vedane û ew xistine kirasekî nekurdî de.
 Van demên dawî em be şdarî gelek zemawendên kurdî bûbûn, loma min ev gotar nivîsî divî derbarî de, bi hêviya ku em tevde bi berpirsiyarî li ser van xalan rawestin û berçav bikin. Vexwendina dawetan bi  şêwekî  şaristanî pêk tê, lê gava mirov derbasî wan kilûbên ku tên kirêkirin, mirov dikevê rew şeke matmayî de. Di hindir de kes xwe şik hev nabînê ji dûmana çixara, perdeya guh berxwedanê dike hember wî dengê bilind yê hunermend û alavên wî yê mozîkê, ta edî ew dengê xwe ş û nexwe ş jihev newê naskirin, mêvan êdî nema biserhevve dibin, zarok libin guhê hev dikevin, qîr û qiyamete, kesên hindir ker û lal dibin ji deng pi ştî ku dawet biwî dengê bilind xwe diguhezê nîvê mêjiyê wan, hevtiyeke sax ê ş serê wan naberdê, lê ti şta herî meztir ew  şêweya dîlanê ya ku lidar dikevê û mozîk û stiranên biyanî( nekurdî), çavlêkirin ji kelepurê erebî û tirkî bi pir renga tê bikaranîn çi stiran û çi sema bê, dibê qey kelepurê mey kurdî ne zengîne bi govend û stiranan!!!!! Ta li hin dawetan jî ew girûpên dîlanê yê ku li pê şiya bûk û zavê , ewên  şamî û helebî  bi  şûran pê şkê ş dibin û gotin û sloganên erebî, yên dûrî kelepurê me li ser bûk û zavê dibêjin û dihêlin ku zemawend bêtir biyanî be. Yan din jî ew govenda tevlîhev, bê parastina rêz û wateya wê govenda kurdî ya resen ya ku tê nasîn li nik kurdan û wê taybetmendiya wî diyar dike. Ji ber ku weke em dizanin nabê ku her kes ji xwere mere derbasî govendê bibê, rêçik jêre heye, gava xort yan zilam dîlanê dikin, keç û pîrek azadin dihilbijartina girtina destê kîjan xortî de, ew jî ji pi şt govendê ve tevlî dibin û nabê ku xort destê keçikê berdê lê berevajî wê çê dibê, ne weke dema niha ku êdî xort bi vî karî dirabin!!!!
 Ev teqlîd( tradîsiyon ) di mîtolojiya kurdî û gelek miletên rojhilat de heye û rûmeteke ji pîrekê re û weke ku mamoste Xalis Misewer di gotareke xwede ev ti şta han daye xuyakirin, ew govenda bi tevahî vedgerê wê dema niyolîtî( kevirî ) berî zayînê, ew roja pîroz li cem babiliyan û ew mizgefta wanî ya paqijkirina ji gunihan ji aliyê pîrekê ve û ev bixwe bingiha wê roja serbixwe ji pîrekê re bê çawa hingî azad bû, dema peyre di govendê de jî ew wilo bû ku kîjan xortî jixwere hilbijêrê û bikevê destê wî û semayê bikin.
 Kurdan ev ti şta han ta roja îro jî parastine bi wê têgeya mirovayetî-giyanî û bi seyîkolojiyeke bilind ji zanîneke xuristî, loma dive ku ev kelepur bête parastin û ev nirxê han î hêja ji wê dema pîroz ve ji pîrekê re berdewam bibê. Ev tradîsiyona han li gundên kurdan bêtir xwe diyar dikin û pêktên û ew wateya wê roj û  cejna pîroz tê parastin. Ji ber wilo jî nabê ku nûjeniya xuar me dûrî kelepurê miletê me bixê, lê diruste û ne  şa şe  ku em nûjenî û pê şxistina dirust derbasî zemawenda kurdî bikin, bê ku em xwe dinav wênade winda bikin û nasnama xwe ji kok rakin. Yek ji wan  şert û mercên nasnama her miletî ewe kelepur û çanda wî ye û kurd berî her kesî dive ku vî ti ştî biparêzin, hîn em bindestin û ne xwedî welatin û desthilatdarên me narawestin ku mozîk, awaz, stiran û foloklorê me ji xwere bibin û wî kirasê xwe lê bikin û hedî hêdî em êdî tên bi şaftin ( asîmîlekirin ).
 Gereke em foloklorê kurdî biparêzin û xwedî lê derkevin, ji ber hin bi hin em xwe jê dûr dixin, lewra ev dibê pirseke netewî giring û her kes dive bi barê wê  rabê.
 Kurd bi hemû ti ştên xwe zengînin, dahol, zirne û kemançe tu carî nekêmî van alavên nûne û digerandina govendê de , em Karin bêjin ku ew ji wan xwe ştirin, lê eva han nabê sedema ku em bi rengekî zanistî – dirust mozîka kurdî pê şxin û tevlî ya nûjen bikin û hemû alav û înstrumêntên nû bikar bînin û wan stiran û awazên kurdî yên  şêrîn tevlî hunera cîhanê bikin li ser pira wî lelepurê kurdî yê dolemend û nasnama xweyî netewî bi ser bilindî bidin xuyanîkirin divê  şopê re.
 
 Jêder:
 -nûjenî û pi ştî nûjeniyê( modernism post modernism)- Xalis Misewer.
 – Govara Hevind 5( mîtolociya govenda bi tevahî)  şirova Xalis
 Misewer
 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…