Di wê tariyê de


Mehmûd Badilî

Di wê tariyê de ..
tu çi xweşik dibû
Di wê tariyê de ..
çiqasî baran dibariya
û ba di hindirê min gur dibû
bêhna lewnta te
ji cilê min nediçû.
Di wê tariyê de ..
mija bêdengiyê
û xuşîna pelên daran
di zîqezîqa xirecira me talan dibûn.
Di wê tariyê de ..

Di himêza hev de  vêdiketin
wek diktatorekî
çi bi tariyê dilşa dibûm
qet min ne dixwest 
dar û gul li hawîr me vêkevin
qet min ne dixwest
birûsk li asîman bidin der
çûn û hatin li kolanan geş bibin
min digot: ezê te bixwim
te digot: ji te hezdikim, gelekî ji te hezdikim.

Di wê tariyê de ..

te giyanê min
bi şewqa lêvên xwe kedî dikir
qey  tu nabê serxweş dibûm
û dibûm ronî di dilê te de
tilîyên te jî dibûn perîyên buhiştê
di tarîpinga laşê min de
sema xwe dikirin.
Di wê tariyê de ..
çiqasî tarî kûr dibû
ez û tu di hev de germ dibûn.

                      7/1/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...