M. S. Husên; kaniya nivîsa kurdî ye

 Arşevê Oskan

Di nav xiricira jiyana nivîsa bi kurdî de, wek masiyên bi ser avê bikevin, gelek nav jî bi ser rûpelan ketin, yan jî wêneyên wan li ber çavên xwendevanan, rojane hatine dîtin. Gelek ji wan navan tenê nav in, gelek ji wan tenê wêne ne û hin jî jiyana nivîsê dewlemend dikin, lê di çavan de nehatin naskirin, heta ku porê serê wan sipî bû. Qet ne giring e yên ku gavan di pêşvebirina nivîsandinê dahînanî de davêjin, ji layên ragihandinê ve bêne naskirin û navdar bibin.
Di rastiya xwe de mirovên ku ji bo helwestan kedê didin li navê xwe nagerin, tenê li pakkirina ucdanê xwe ji qirêja kesebazî dipirsin û pêkanîna erkên xwe yên dîrokê di çarçewyeke pak û pîroz de diparêzin.  Li gel ku bi cîhgirtina navên wan di cihê xwe yê rasteqînî de mafekî rewa ye jî, lê dîsa ji wan kesan re nabe armanc û ji bo wê naqîrin û gazinan ji derûdorên xwe nakin. Alavên ragihandinê li herderê cîhanê erk û wezîfeya wê ye ku li ser tiştên girin û kesayetên xwedan rol di karûbarên xwe de rawest e, ne kar û erkê nivîskarekî ye, ku lavan ji ragihandinên heyîn bike, da ku li wan xwedî derkeve û wan bidin naskirin. Ev rewş bi xwe, di rewşa kurdî de taybetiyên wê hene. Piraniya ragihandinên me bi partîyan ve yan bi kesayet û grûpan ve girêdayî ne, loma em pir êşên dîrokî di van waran de dikêşin. Cihê rasgoyînê û lêmukirhatinê di ferhengên saziyên me de tune ne, herwekî ragihandinên netewyên li derûdorên me jî heman tişt e.  Em vê mijarê bihêlin ji dema wê re û vegerim ser nemûneya jiyana nivîskariya serkeftî û aliyên wê yên nenas ronahî bikim. Nivîsa serkeftî dibe sermiyanê dîrokî ji pirtûkxana kurdî re û nivîskarê wê dibe lehengekî navdar di listandina pêkanîna gihandina berhemê de. Di çarçewa guhertina nivîsa ber bi pêş ve, şopeke berz dihêle, bi taybet di warê dahînanê de. Lê nivîsa ku herdem li berçavên xwendevanan de yan jî wêneyê ”nivîskar” mîna şopa li sahrayê ye ku dem di ser re derbas dibe tije qûm dibe û wenda dibe lê nivîsa serkeftî di warê dahînanê de mîna neqşa li kevir e, ne bi pêlên derya û ne jî bi bahozên qûmê tê wendakirin. Helbet di vê dîmena ku min niha şirove kir, di nav jiyana nivîsa bi kurdî de gelek kes peyda dibim û ji nişka ve bi berhemên bilind û tije huner û felsefe û dahînan xwe didin pêş. Ji wan nemûnyên bi dehan kes hene, yek ji wan Mihemedê Seyd Husên e. di sala 2010an de me ji nişka ve dît ku bi pênc berhemên qalind derket pêşberî xwendevanên xwe û di pirtûkxana kurdî de cihekî bilind girt, hem di warê şêweya nivîsa wêjeyî û hem jî di aliyê dewlemendiya zimanî de. Wekî diyar bû ku ew pirtûk li komara Çekê hatibûn çapkirin û li Elmanya ketin nav destên min û çend hevalên din, ji wan hevalan mamoste Dr Celîlê Celîl ew ji bo pirtûkxaneya kurdî ya li Wiyêna ku ew bi xwe berûirsyarê wê ye bidest xistin. Romana nivîskar ya ku bi navê Tava Mirinê, li dor 600 rûpelî ye. Herweha pirtûkek qalind ji çîrokên kurdî û yek ji berhemên gihiştî û helbest û gotar. Hêjayê gotinê ku Mihemedê Seyd Husên di aliyê ziman de pir xwe westandiye û di warê nivîsê de jî mîna kaniya çiyayên Kurdistanê her diherike. Di nav destên nivîskar de niha jî sê berhemên qalind li ber çapkirinê ne. Bila ji ava vê kaniyê xwedevanên kurdî têr vexwin, xwedevanên ku pir têne ji kaniya çand û nivîsa bi zimanê kurdî.. Di gelek gotarên vê dawiyê ku me li ser rûpelên enternêtê xwendin, vê gotina min piştrast dike. Heger nîşan û bingehek vê dewlemeniyê hebe jî, ew jî bingeha rewşenbîrî û ezmûneya bi rêkûpêk e. Wek ez dizanim, nivîs bi xwe hevdana raman û hest û ezmûneyê ye. Ew jî li cem nivîskarê me bi xurtî peyda dibe. Navên pirtûkên mamoste Mihemdê Seyd Husên ev in:
1- Berhemên Gihştî  (helbest) 2-  Kurdistan Helbesta Min e (helbest) 3- Şevçiraxên Çarmedor (gotar) 4- Tava Mirinê (roman)  5- Payîzxêra Hêsiran (kurteçîrok) ..  

28. 12. 2011  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şukrî Şêx Nebî

ewr digrîyan..
lê..
ji keleboxa awiran dibarin..!
weke ..
kelegirî..
xwe vedigrin..
ser xewneravên şevên bêwar.. !?

zelale..zelale
zelale xîmav
çaxa xwe ..
dispêre kaxeza hîva lebatî..?
weko..
şebnem û xunavan
cawa xwe ..
ji dêmên gula pakrewana diparzênin..!

gotinên êvaran
nakevin qelşên dîwaran ..?!
de û de..
xwenan bilorîne şevê
xewn ..
dê cawa..
rastî xwenên xwe bên..!?
ku..
xîmava şevê
di parzêna hîvêda xwe neparzêne..!
û weko..
stêrkên…

Ebdilmecît Şêxo

(1)

(Serbûyerek)

Pêşrewê şagirt di Havîneke germ de derewek pir mezin li diya xwe kir û gote wê:Dayê!Hevalekî min gelek giranbuha ji Kobaniyê nexwaş e,ez dixwazim seredana wî bikim,ezê derdora du heftan li nik wî bimînim,lê di rastiyê de;Pêşrew bi dizîyê xwedanên xwe û bi nehênî li…

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…