Azad Ekkaş
gewdeya pançilandî jî têra wan nake.
Ji gavekê wêdetir zencîr nahêle.
Ji reşahiyê wêdetir rûpûş nahêle…
Raperîn bi welatekî qaîl nabe
Raperînê têra te welato nake
Nêçîrvanên xewnan,
çi serxweş bin çi bi nimêj bin,
bi heman rewînên xinisdar dê şopa meygerên azadiyê bipên.
Lê çipçipa xewnan ranaze
û ji zeviyên qamçîkirî re
ewr ne poşman e

Şîrove (0)