Mustefa ÎSMAÎL
Nasnameya her netewekê, çarçoveya parastin û mofirka piştê ya ku, piştevaniyê ji hemû cure çalakî, û karên rojane yên jiyana mirovên ewê netewe yê re dike ye.
Bê goman, nasnameya rewşenbîrî jî stûna bingehîn ya her nasname yê ye. Ji ber ku çand, bi wate ya xwe ya îtno- grafîk zemîneke berfirehe ku hemû şêweyên zanistê, baweriyê, hunerê, sinc, yasa, wêje…. Hwd, berhembêz dike.
Bê goman, nasnameya rewşenbîrî jî stûna bingehîn ya her nasname yê ye. Ji ber ku çand, bi wate ya xwe ya îtno- grafîk zemîneke berfirehe ku hemû şêweyên zanistê, baweriyê, hunerê, sinc, yasa, wêje…. Hwd, berhembêz dike.
Pirsgirêka nasnameyê ne tenê di van salên dawîn de, ji aliyê kurdan tenê ve tê guftogokirin, û ketiye rojeva wan. ew herweha ji aliyê piraniyek ji netewan ve tê behs kirin, bi taybetî jî piştî derketina pirsa globalîzmê û şêweyên wê. Wek mînak: beşek ji rewşenbîrên ereb globalîzmê wek projeyekê bo ji holê rakirina taybetmendiyên rewşenbîrî yên erebî ku nasnameya erebî durf dikin bi nav dikin.
Gava ku em li rewşa xwe kurdan dinherin ji me re diyar dibe ku, rewşa me bi awayekî ji awayan dişibe rewşa hin firindeyan, berya ku zivistan bi cî bibe. Çu ku dabeşkirina welatê kurdan di navbera dagirkeran de, û hewkariya wan bona tunekirina kurdan û hebûna wan bi şêweyên xwe yên cur be cur bû sedema bingehîn ku kurd di hemû astan de bi şunde vekişînek seyr bijîn.
Li rojavayî kurdistanê, derfet tunebû ku nasnameyek kurdî derkeve holê, û xwe ji netewên din re di hundir sînorên sûriyê de pêşkêş bike. Bê goman sedemên vê yekê jî hene. Sedema serekîn – bê goman – deshilatdariya partiya basse, ya ku ji sala 1963 iktîdara sûriyê wergirtiye û naxwaze ji ser kursiyê dakeve, ewê partiyê bi xwe re rêze yasayine awarte jî anîn ku roja îroyîn bûne kelem û kuspek li pêşiya demokratîzekirina sûriyê û pêşdeçûna wê ye. Helbet ne tenê baas li sûriyê hilgirê idyolojiya erebîzmê ye, derdora wî hin partiyên din jî hene ku beşek zilamtiyê ji baas re dike, û hinên din yên ku xwe şagirtên helwestên cemal abdulnasir dibînin. hin ji evan partiyên idyolojîk di nava enya netewî de ne, hin jî di nav refên opozisiyonê de ne. problema kurdan jî bi herdu aliyan re ye. Bi destelatê re, û bi opozisyonê re.
Baas ji bilî rêze kiryarên hovane, û dij mirovahî nedikaribû hewayekî baş li sûriyê peyda bikira, sûriye hêdî hêdî kir kampeke mezin ya artêşê, welat mişte girtîgeh kir, mişte hêzên ewlekariyê yên hov kir, û di makezagonê de ji bilî netewa ereb ti netew, an hindikahî nasnekir, ev mejîyê fişar, û nijadperest hişt ku demokrasî, azadî, û mafên mirovan bin pê bibin, û gelên sûriyê wek keriyên dewêr ber bi serjêgeha îdyolojiya erebîzmê ya efsanewî ve bêtin ajotin, û di encamê de ew bê pêşeroj bimînin.
Ji hin siyasetên ku sûriyê dermafê kurdan de daye meşandin:
Kembera erebî, avakirina gundan ji erebên xemir re, ji kar derxistin û bi dûr xistina karmendên kurd, û guhertina navên kurdî yên bajar û gundan. Jê wêdetir, Em dikarin bibêjin ku kurd heta di dema berya serweriya baas de dîsa jî, ji hemî mafên xwe bê par bûn.
Di van şert û mercan de bê goman kurdan nedikaribû serê xwe hildana, û kurd ji hemû tiştên ku nasnameyekê durf dikin dest vala bûn. Di serî de jî ziman ku nîşana hebûna her netewekê ye. Çu ku weşanên hemî partiyên kurdan li rojavayî kurdistanê tenê bi zimanê erebî bûn, tevî ku ew di bernameyên xwe yên siyasî de behsa zimanê kurdî û mafên kurdan yên rewşenbîrî dikin. Her weha destelata sûriyê nedihişt ku ti komeleyên kurdî yên rewşenbîrî bêtin damezrandin, ta nuha kêm caran pirtûkên kurdî tên çapkirin, ji ber ku di heyeta çavdêriyê ya wezareta ragehandinê ya sûrî de çavdêrekî kurdîzan tune ye, lewma pirtûkên kurdî destûrê wernagirin, û di encamê de jî nayên çapkirin. Mixabin partiyên kurdî jî derfet tune ne ku piştgiriya rewşenbîran bikin, çi ji aliyê rewşa wan ya aborê de, çi jî ji aliyê helwesta wan ji rewşenbîran, nemaze yên serbixwe. Ji lewre piraniya nûser û afirênerên kurd li rojavayî kurdistanê bi zimanê erebî dinivîsin, û xwe di zimanê erebî de dibînin.
Jê wêdetir, partiyên kurdî ta nuha pirsgirêka kurdî ( bi hemû aliyên wê ) bi awayekî zelal û diyar ji kurdan re pêşkêş û rave nekirine. Û wan bi witebêja xwe ya siyasî, mafnas, rewşenbîrî, û daxwazî bandoreke posîtîv û objektîv li ser kolana kurdî nehiştine. Li rojavayî kurdistanê pirî caran tê gotin ku gel pêşenga partiyane, bê goman serhildana 2004 an jî di vî derbarî de çaterêyek bû.
Di nerîna min de, divê partiyên kurdî bi awayekî cihêwaz tevbigerin, pirên xwe yên berê hilweşînin, û asoyine dî li pêşiya xwe vekin, divê ew bi awayekî balkêş nûnertiya raweya kurdî li rojavayî kurdistanê bikin, divê ew giraniyê bidin layê rewşenbîrî jî, siyaset tenê ne bese. Da tu karibî gelekî ji nava xweliyê vejînî divê tu hemû aliyên jiyana wî gelî biçalakînî. Di vê derbarê de kampaniyên perwerdeya zimên tenê ne besin, zêdetir divê ziman ku şanî hebûna gelan û netewan dike bête bikaranîn. Bê goman ew erk û stûbariya kategoriya rewşenbîran e jî, divê ew jî xwe orgenîze bikin û pîlanên xwe bafirînin. Hevtewaw kirinek pêwîste. Bi dûrî pêwendiya serdar û kole, an şêx û mirûd.
Divê em sûdan ji gelên cîhanê, nemaze yên di eynî rewşa me de ne werbigrin. Li mexribê tevgera amazigî bi xebata xwe ya bê hempa zimanê amazîgî xiste perwerdehiya mexribê, tevî ku mexrib jî mîna sûriyê welatekî ne demokrat, û xudan ramanek yekalî ye.